KCK: Divê hêzên leşkerî yên Tirk ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin
KCK: Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn dikin, ku li dijî hewldana dewleta Tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê rabin ser piyan.
KCK: Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn dikin, ku li dijî hewldana dewleta Tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê rabin ser piyan.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku dewleta Tirk hem li nava sînorê xwe hem jî li derveyî sînorê xwe dijminatiyê li azadî û demokrasiyê dike û destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê li Iraq û Sûriyeyê li gelemperiya Rojhilata Navîn hewl dide pêşî li demokratîkbûyînê bigire.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ya di ajansa RojNews'ê de cih girt, bi vî rengî ye:
"Dewleta Tirk hem li nava sînorên xwe hem jî li derve, dijminatiyê li azadî û demokrasiyê dike. Dewleta Tirk a ku li Bakurê Kurdistanê ji bo tepisandina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd êrîşên giran dike, çawa ku li Sûriyeyê polîtîkayek ji bo pêşî li pêşketina azadî û demokrasiyê bigire meşand, niha jî heman polîtîkaya xwe li Başûrê Kurdistanê û Iraqê dimeşîne. Ne tenê li Iraq û Sûriyeyê li gelemperiya Rojhilata Navîn hewl dide pêşî li demokratîkbûyînê bigire.
AKP, bi dîtina dijberiya tevahiya cîhanê ya li hemberî DAIŞ'ê, hewl dide pêşî li encamên bi têkoşîna DAIŞ'ê re derkevin holê bigire. Dibîne ku têkçûna DAIŞ'ê ne tenê li Sûriye û Iraqê, wê li Rojhilata Navîn jî rê li ber demokratîkbûyînê veke û hewl dide pêşî li vê bigire. Ji bo xwe bigihîne vê armanca xwe; ji aliyekî ve êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd dike, li aliyê din jî dijberî û şer diafirîne.
Şandina leşkeran ji Iraqê re, ne ji bo perwerdekirina hin hêzan e. Bi van îdîayên xwe re hewl didin armanca xwe ya rasteqîn veşêre. PDK jî bi gotin û helwesta xwe re alîkariyê dide dewleta Tirk ku armanca wê ya rasteqîn veşêre.
Dewleat Tirk ji bo du armancan leşkeran dişîne Iraqê. Ya yekemîn; dixwaze Mûsil û derdora wê bikeve destê hêzên xwedî heman feraseta DAIŞ'ê û bi vî rengî pêşî li encamên bi têkoşîna DAIŞ'ê re derkevin holê bigire. Ya duyemîn jî; li qada Iraq û Başûrê Kurdistanê meşandina êrîşên li hemberî PKK'ê ye.
TIRKIYE DIXWAZE PÊŞÎ LI TÊKÇÛNA DAIŞ'Ê BIGIRE
Mûsil û derdora wê, di sala 2014'an de di encama polîtîkayên dewleta Tirk û derdorên Sûnî yên Iraqê de dest guherandiye. DAIŞ'ê ne bi şer, bi operasyoneke destguhertinê re Mûsil û derdora wê bi dest xistiye. Têkiliya PDK'ê ya bi Tirkiye û hin ji van hêzên Sûnî yên Iraqî re, bi awayekî neyekser jî be, alîkarî daye vê destguhertinê. Dewleta Tirk niha di ser hin hêzên Sûnî û têkiliya bi DAIŞ'ê re dixwaze, Mûsil û derdora wê radestî hin derdorên nêzî xwe, ku zîhniyeta wan mîna ya DAIŞ'ê ye, bike. Hesab û planên vê dike. Polîtîkaya xwe ya li Sûriyeyê ya destguhertina navbera El Nûsra û DAIŞ'ê, niha dixwaze bi şêweyeke din li Iraqê pêk bîne. Bi vî rengî hewl dide pêşî li pêşketinên demokratîk ên bi têkçûna DAIŞ'ê derkevin holê, bigire. Naxwe polîtîkayeke Tirkiyeyê ya ji bo perwerdekirina pêşmergeyan an jî Tirmenên Şîa yan jî parastina mafên demokratîk ên Sûniyan nîne.
Armanca esasî ya dewleta Tirk ji aliyê Tayyîp Erdogan ve bi awayekî vekirî hatiye vegotin. Bi gotina 'Eger hûn nikaribin pêşî li êrîşên terorê yên li hemberî me bigirin, em ê tedbîrên xwe bigirin' a ji dewleta Iraqê re got, Tayyîp Erdogan li xwe mukur hat ku hedefa wan a esasî PKK ye. Bi vî rengî dixwaze êrîşên li hemberî PKK'ê rewa bike û desteka Iraqê û PDK'ê ji bo van êrîşan werbigire. Armanca bingehîn a şandina leşkeran ber bi Başûrê Kurdistanê ve, tevî êrîşa li hemberî PKK'ê, gefxwarina li hebûna gerîla ya li Şengalê û gefxwarina li Şoreşa Rojava ye.
DEWLETA TIRK DIXWAZE PDK'Ê BI KAR BÎNE
Dewleta Tirk a ku ji bo çareseriya prisgirêka Kurd xwedî polîtîkayekê nîne, ji bo tesfiyekirina gerîla wê serî li her rê û rêbazan bide. Yek ji van rêyan jî, mîna dema bihurî dixwaze PDK'ê bi kar bîne. Tê zanîn ku di dema dawî de hesab û planên di vî warî de dike. Ji bo PDK û Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemberî hev rake, hewl dide her firsend û derfetê bi kar bîne. Şandina leşkeran ji Başûrê Kurdistanê re, dixwaze PDK'ê bikişîne nava rageşiya Şîa-Sûnî, bike parçeyek ji polîtîkaya xwe, li hemberî PKK'ê bide şerkirin û dûre bi hev re operasyoneke hevpar a leşkerî pêk bîne. Gotin û polîtîkayên PDK'ê di vî warî de cesaret daye dewleta Tirk.
Dewleta Tirk li herêma PDK'ê, hejmara leşker û maşînên xwe yên leşkerî zêde kiriye. Ev çend roj in hatiye dîtin ku leşker û maşînên leşkerî yên nû li herêmên PDK'ê yên li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine bicihkirin. Polîtîkayên şer ên AKP'ê, êrîşên li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd, gotina Tayyîp Erdogan a 'Eger Iraq li hemberî êrîşên terorê tedbîran negire, em ê bigirin', şandina leşkeran ji Başûrê Kurdistanê re, zêdebûna xebatên hevpar ên bi îstîxbarata PDK'ê li Başûrê Kurdistanê re, dijwarbûna êrîşên li hemberî xwerêveberiyan piştî çûyîna Mesûd Barzanî ya Enqereyê, zêdebûna êrîşên hewayî nîşan didin ku têkiliyên PDK-Tirkiyeyê ji bo Kurdan ne bi xêr e û wê encameke baş dernexîne holê.
Hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ne tenê ji bo PKK û Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd xetere ye; hebûna leşkerên Tirk li hemberî destketiyên li Başûrê Kurdistanê, li hemberî jiyana demokratîk û azad a gel, xeterî ye. Hikûmeta AKP'ê û leşekrên Tirk li Başûrê Kurdistanê dixwaze bi afirandina dijberiya hev a mezhebî re, rojeva demokratîkbûyînê ya Iraq û Başûrê Kurdistanê serûbin bike û Kurdan bike alîkarê polîtîkaya xwe.
LI HEMBER DAGIRKIRINÊ DIVÊ HÊZÊN BAŞÛRÎ XWEDÎ HELWEST BIN
Leşkerên Tirk bi ketina xwe ya Başûrê Kurdistanê rêya ketinê ji hêzên din re jî vekiriye. Dewleta Tirk çawa Başûrê Kurdistanê kiriye mêtingeriya xwe ya aborî, li ser vî esasî jî mêtingeriya siyasî kiriye hedef. Li dijî dagirkeriya leşkerî dewleta Tirk derketin, di serî de Başûrê Kurdistanê, bûye wezîfeya herî lezgîn a giştî Kurdistanê. Pêwîst e tevahî hêzên siyasî, rêxistinên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd li hember vê dagirkirinê helwestê xwe deynin holê, hem jî bikevin nav tevgerê. Divê destûr neyê dayîn ku Başûrê Kurdistanê hem li dijî Tevgera Azadiya Kurd hem jî li hember hêzên demokrasiyê yên Rojhilata Navîn wek bargehekê bê bikaranîn. Heta tevahî leşkerên Tirk bên derxistin, divê têkoşîna xwe bê navber bidomîne.
DIVÊ HÊZÊN TIRK JI BAŞÛR BÊ DERXISTIN
Bi vê dagirkirinê ve, têkîliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re êdî têkîliyên aborî û cîrantiyê derbas kiriye. Divê PDK’ê encamên wê yên xeter bibîne û nehêle leşkerên Tirk bikeve Başûrê Kurdistanê. Pêwîst e di êrîşên dewleta Tirk û leşkerê wê yên li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi awayekî neyekser jî nebe bingeh. Hebûna leşkerên Tirkiye wê demên pêş de ji bo destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê xeteriyan ava bike. Ji ber vê jî hem ji bo pêşîgirtina zerarên bide Başûrê Kurdistanê hem jî bikaranîna li dijî Tevgera Azadiya Kurd bê astengkirin, pêwîst e ev hêz teqez ji Başûrê Kurdistanê bê derxistin. Ji dewleta Tirk û leşkerên wê li Iraqê û li herêmê, firsenda êrîşkirina hêzên siyasî yên din û gel nebîne, divê PDK’e destûra ketina Başûrê Kurdistanê nede leşkerên Tirk û ji bo derkevin jî giraniya xwe deyne holê. Tevahî gelê Kurdistanê niha ji PDK’ê benda vê helwestê ye.
Em wek Tevgera Azadiyê bi ti şêwazî şandina leşkaran a Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk qebûl nakin; ji bo ev leşker ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin jî em ê ji niha û şûn de jî helwest û hewldanên xwe bidomînin. Di têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl û hêzên siyasî ya li dijî dagirkirina leşkerên Tirk de em ê heta dawiyê li cem wan cih bigirin. Li ser vî esasî em bang li tevahî gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Rojhilata Navîn dikin ku li hember vê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk rabin ser piyan. Têkoşîna li dijî polîtîkayên dewleta Tirk, di serî de Tirkiye û Kurdistan, têkoşîna demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Li ser vî bingehî divê bi têkoşîna li dijî Tirkiyeyê ya ku di serî de DAIŞ, dostê tevahî despotan e, têkoşîna demokratîkkirina Rojhilata Navîn bê mezinkirin.”