Kartal: Gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di civîna gel a navendên civaka demokratîk ên Evry û Melûn de axivî û bûyerên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di civîna gel a navendên civaka demokratîk ên Evry û Melûn de axivî û got, "Ji bo HDP hîn bi xurtî bi ser bikeve, girîng e gelê me bi hestiyarî tevbigerin. Cara yekê ye, tevgera azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê fedaî û lehengî têdikoş e, ewçend nêzî azadiyê ye."

Kartal anî ziman, ku parêzvanê nirxên însanî yê cîhanê Tevgera Azadiyê ya Kurd, tevî ku berdêlên mezin dide jî gav bi gav civaka exlaqî û polîtîk ava dike.

Kartal ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdara 2015'an ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê got, "Ji bo HDP hîn bi xurtî bi ser bikeve, girîng e gelê me bi hestiyarî tevbigerin. Cara yekê ye, tevgera azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê fedaî û lehengî têdikoş e, ewçend nêzî azadiyê ye."

Civîn bi qîrîna dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.