BI DÎMEN

Karasû: Esareta Rêbertî tê wateya înkarkirina hebûna Kurdan

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, tecrîda ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, sedema şer e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, tecrîda ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, sedema şer e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, di bernameya Polîtîk Alan a Med Nûçe de daxuyaniyên girîng da.

Karasû polîtîkayên şerê taybet ên li Îmraliyê di salvegera 18. a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin nirxand destnîşan kir, ku qutkirina hevdîtinên bi Ocalan re û tecrîda di nava tecrîdê de sedemeke şer e. Karasû got, "Polîtîkayek di vê astê de li hemberî Rêberê gelekî tê meşandin, nîşaneya şer e; Divê tecrîda şidandî ya neh mehên dawî weke bicihanîna komployeke nû were dîtin."

'ŞERÊ ESASÎ ŞERÊ LI DIJÎ RÊBERTÎ TÊ MEŞANDIN E'

Karasû bibîr xist, ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikeve sala 18'an û diyar kir, ragirtina Rêberê gelekî 18 salan di zîndanê de nîşan dide bê zilmeke çawa li wî gelî tê kirin.

Karasû ev nirxandin kir: "Di dîroka cîhanê de Mandela heye, mînakên mîna van kêm in. Ji 5'ê Nîsanê û vir ve ev 9 meh in tecrîd hatiye şidandin. Ev tê çi wateyê? Ji wê rojê ve şer hatiye girankirin. Dijwarkirina şer li hemberî Rêber Apo destpê kir. Bi wergirtina biryara şer re destpêkirina hewldanên tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, bicihanîna 'Plana Têkbirinê' di 5'ê Nîsanê de bi girankirina tecrîda li ser Rêber Apo re destpê kiriye. Lewma, dema şerê li hemberî gelê Kurd nirxandin, divê ev yek ji tecrîdê cudatir neyê nirxandin. Şer li dijî vîna gelê Kurd hatiye destpêkirin. Ev yek jî li hemberî Rêber Apo şênber bûye. Pêwîste tecrîda 9 mehan weke bicihanîna komployeke nû were dîtin. Dibe ku lingê navneteweyî yê komployê qels bû be. Lê belê dewleta Tirk dixwaze komploya li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd, komploya li dijî Rêbertî bidomîne."

Karasû da xuyakirin, ku ji aliyekî ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de tê ragirtin, zexteke giran tê kirin, li aliyê din jî li dijî rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, li hemberî rêveberiya PKK û KCK'ê êrîş tê kirin. 

Karasû anî ziman, komplo ne tenê bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd tê meşandin, di heman demê de li dijî rêveberiya KCK û PKK'ê ya li derve tê birêvebirin û got, "Ji xwe plana 'têkbirinê' heye. 'Plana têkbirinê' ne çend girtinên li nava bajaran e, qaşo wê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd têk bibin. Dema qala 'Plana têkbirinê' dikin, mebesta xwe ev e. Lewma divê esareta Rêberî rast bê fêmkirin, demokratîk divê rast fêm bikin. Li hemberî Rêberê gelekî di vê astê de polîtîka û şerek tê meşandin. Wextekê Tayyîp Erdogan ev tişt gotibû; 'heta ez hebim ew ê dernekeve derve.' Çend roj berê qala hevdîtinên Leyla Zana û Tayyîp Erdogan diaht kirin. Qaşo wê hevdîtinê bikin. Wê li ser çi hevdîtinê bikin ez bi wê nizanim, lê encama ji hevdîtinê derkeve zêde ne girîng e. Yek ji mijarên Zana gotiye em li ser nîqaş bike, rewşa Rêbertî ye. Ew jî dibêje; 'eger em ê li ser rewşa Îmraliyê biaxivin, wê çaxê pêwîstî qet bi axaftinê nîne'. Dixwazim vê bêjim; şerê esasî şerê li dijî Rêbertî tê meşandin e. Mutabaqat hat redkirin, mesaja di Newrozê de ji aliyê Sirri Sureyya ve hat xwendin hat redkirin. Got, 'Ev ê li Îmraliyê rewa dike'. Çareseriya pirsgirêka Kurd li aliyekî radibe dibêje 'her tişt Îmraliyê, tevgera Kurd rewa dike'. Jê heye, hebûna Kurdan tê wateya naskirina pirsgirêka Kurd. Dibêje 'Pirsgirêka Kurd' nîne. Lewma dîlgirtina Rêbertî tê wateya redkirina hebûna Kurdan. Tê wateya tepisandin û tinekirina pirsgirêka Kurd. Ji bo fêmkirina polîtîkaya dewletê ya li ser pirsgirêka Kurd, divê li nêzîkatiya dewletê ya li Rêber Apo were temaşekirin. Ji bo tinekirin û meşandina şer, tecrîd tê şidandin."

'BI TÊKOŞÎNÊ RE POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ DIKARE WERE ŞIKANDIN'

Karasû diyar kir, li vê derê tê xwestin vîna gelê Kurd were şikandin, lewma wê nexwazin hevdîtin bê kirin. 

Karasû got, "Yên ku dibêjin; eger hevdîtin were kirin wê pirsgirêk çareser bibe yan jî rêyeke nû were dîtin, xwe dixapînin. Eger di pirsgirêka Kurd de polîtîkaya xwe ya çareseriyê hebûya, ji xwe wê hevdîtin bihata kirin, muzakere bihata kirin û pirsgirêk çareser bibûya. Niha jî bixwazin dikarin ji bo çareseriyê gavê biavêjin. Pêwîste ev hikûmet zîhniyet û polîtîkaya xwe biguherîne. Divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi biryar be. Eger biryara çareseriyê hebe dikare biçe Îmraliyê. Eger biryara çareseriyê, polîtîkaya çareseriyê tinebe, naçe Îmraliyê. Ji ber ku polîtîkaya çareseriyê nîne, rewşeke bi vî rengî jî rû nade. Ji ber ku ew bi xwe jî dizanin êdî mîna berê nabe. Nîqaşên berê nabin. Dema biçin cem Rêbertî, Rêbertî wê ji wan re çi bêje? Wê bêje 'Me nîqaş kir, eger hûn dixwazin çareser bikin fermo çareser bikin'. Wê bêje, 'Eger hûn çareser nakin, çê çaxê hûn çima bi min re diaxivin'. Rêbertî di hevdîtinên dawî de got, 'Eger gav neyên avêtin, wê çaxê neyên'. Hûn werin jî wê ev yek bibe sohbetek, ti wateyeke xwe ya siyasî wê nebe. Lewma niha ji ber ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji ber ku li dijî gelê Kurd şerek tê meşandin, tecrîd dewam dike. Kengî ev biryara şer qediya, zîhniyeta çareseriyê derket holê, hingî dibe ku rewşa tecrîdkirî bê guhertin. Bi têkoşînê re ev rewş dikare biguhere, ev polîtîkaya tecrîdê dikare were şikandin. Ev yek bi daxuyaniyan an jî bangan nabe. Bi têkoşînê her tişt dikare bê afirandin."