Karakoç 45 roj şûn de li Amedê hat defnkirin
Rohat Karakoç ê di 22'ê Kanûna 2015'an de li gel Medenî Orak hat qetilkirin, piştî 45 rojan cenazeyê wî şandin Amedê û li Amedê hat defnkirin.
Rohat Karakoç ê di 22'ê Kanûna 2015'an de li gel Medenî Orak hat qetilkirin, piştî 45 rojan cenazeyê wî şandin Amedê û li Amedê hat defnkirin.
Di 22'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dema Nisêbîn ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû dagirkirin, hêzên dewletê Medeni Orak û Rohat Karakoç înfaz kiribûn. Cenazeyên 2 kesan 18 roj şûn de li Goristana Bêkesan a Midyadê hatibûn defnkirin. Malbata Rohat Karakoç a li Amedê dijîn, duh serî li Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê dan. Piştî serlêdana dozgeriyê û testa DNA'yê malbata Karakoç cenazeyê Rohat Karakoç wergirtin û anîn Amedê. Cenazeyê Karakoç li Sêriyana Bismilê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin û cenaze li Goristana Yenîkoyê bi girseyî hat defnkirin. Bi hezaran kesên cenaze li ser milan birin Goristana Yenîkoyê ji aliyê ciwanan ve hatin pêşwazîkirin. Ciwanan darbesta Karakoç danîn ser milên xwe û birin goristanê. Piştî karê olî, cenazeyê Karakoç bi dirûşmeyên, "PKK Gel e, Gel Li Vir e", " Şehid Namirin", "Her Der Sûr Her Der Raperîn" û "Bijî Serok Apo" hat defnkirin. Piştî cenaze hat definkirin girseyê sirûda "Çerxa Şoreşe" got û rêz girt. Di merasima cenaze de Hevseroka MEYA-DER'ê ya Amedê Ayşe Dicle, berxwedana Cizîr, Sûr û Kurdistanê silav kir û wiha got: "Kesên vî şerî li Kurdistanê pêş dixin bila baş bizanibin ku dawiya Saddam çi bû ya wan jî wê wisa bibe."
Dayika Karakoç Muazez Karakoç jî xwest şer raweste û Rohat bibe kesê dawî yê di vî şerî de jiyana xwe ji dest daye. Karakoç, daxwaza xwe ya aştiyê anî ziman û xwest êdî mirov hev qetil nekin.