Kameramanê ÎMC TV Tekîn serbest hat berdan
Kameramanê ÎMC TV Refîk Tekîn dema li navçeya Cizîr a Şirnexê nûçe dişopand bi gulebaran polîsan hat birîndarkirin, piştî îfadeya li emniyetê serbest hat berdan.

Kameramanê ÎMC TV Refîk Tekîn di encama gulebarana hêzên dewleta ya li ser koma ku ji bo wergirtina mirî û birîndarên li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê ketin rê birîndar bû, piştî tedawiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Artûklû ya Mêrdînê, ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Emniyeta Bajar. Tekîn ku der heqê wî de biryara binçavkirinê hebû û li ber deriyê nexweşxaneyê hat rawestandin, piştî bi parêzerên xwe re çûn emniyetê û îfade da, serbest hat berdan.
Tekîn ê ku piştî êrîşa polîsan a 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn, ji bo tedawiyê anîn Mêrdînê rastî pêkanîna binçavkirinê hat, di girtekên polîs û dozgeriyê de îfadeyên ku Tekîn “endamê rêxistinê ye” cih digirt. Anadolû Ajansi jî ji bo Tekîn nûçeyek “qaşo kameraman e” weşandibû.