Kalkan: AKP têk çûye, em ê bibînin bê kî wê li ber kê were ser çokan
Kalkan: PKK di asta herî bilind a pêşketinê ye. Bi xurtî li ser piyan e. Modela Srî Lankayê çîrok e. AKP qels e.
Kalkan: PKK di asta herî bilind a pêşketinê ye. Bi xurtî li ser piyan e. Modela Srî Lankayê çîrok e. AKP qels e.
Kalkan: PKK di asta herî bilind a pêşketinê ye. Bi xurtî li ser piyan e. Modela Srî Lankayê çîrok e. AKP qels e.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîka Alan a MED NÛÇE û bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.
Kalkan di destpêka axaftina xwe de jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anî û got, "Ew şehîdên hebûna azad in."
"AKP'Ê BI ÊRÎŞA LI HEMBERÎ KOBANÊ RE DEST BI KONSEPTA ŞER KIR'
Kalkan bibîr xist ku Plana Têkbirinê ya ku aşkere bû di 14'ê Îlona 2014'an de hatiye amadekirin û got, "Di Îlona 2014'an de çi qewimî? Di 15'ê Îlona 2014'an de DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir. Plana Têkbirinê re plana êrîşê li hemberî Kobanê ya DAIŞ'ê, planeke hevpar e. Gotina 'vaye Kobanê li ber têkçûnê ye' ya Tayyîp rdogan, li ser bingeha vê planê hatiye bilêvkirin. Eger DAIŞ'ê karîbûya bi lez Kobanê têk bibira, di çarçoveya vê planê de wê bi lezgînî dest bi êrîşê bikira. Ji ber ku ev pêk nehat, plan birin civîna MGK a 30'ê Cotmehê û pêvajo heta hilbijartinê dirêj bû.
KÎ DAIŞ'Ê BI RÊ VE DIBE'
Wê demê DAIŞ kî ye? Kî DAIŞ'ê bi rê ve dibe. Gelo bi rastî jî Ebû Bekîr Bagdadî bi rê ve dibe? Navê wî tê bilêvkirin, lê ew li holê nîne. Rêveberî DAIŞ'ê li holê nîne. Mesela rêveberekî El Qaîde hebû, rêveberekî Talîbanê hebû. Li holê rêveberekî DAIŞ'ê nîne, lê xuya ye Tayyîp Erdogan ji her kesî bêhtir bi DAIŞ'ê re têkildar e."
EM Ê BIBÎNIN BÊ KÎ WÊ KÊ BÎNE SER ÇOKAN
Kalkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser vê plana têkbirinê û got, "Plana anîna ser çokan bû. Em ê bibînin bê kî wê kê bîne ser çokan. Qaşo wê lingên PKK'ê bişikên, bê ser çokan û piştre jî çi bixwazin wê bike! Li Farqînê li ser dîwaran nivîsandibûn; 'Eger tu Tirk be pesnê xwe bide, eger tu ne Tirk be serî bitewîne' yanî bê ser çokan. Yên ew nivîsandin li gorî vê planê tevgeriyan. Haya wan ji vê planê heye û propaganda wê dikin. Ev plan ji Îlona 2014'an û vir ve di meriyetê de ye, lê li pêşberî berxwedanê parçe parçe bûye. Ev plan li Kobanê têk çû, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çû. Ji nû ve zemînek afirandin û di 24'ê Tîrmehê de careke din xistin meriyetê."
BILA DAVÛTOGLÛ LI REWŞA SEROKWEZÎRÊN BERIYA XWE BINÊRE
Kalkan bibîr xist ku PKK ev 40 sal in têdikoşe û got, "Me dît bê kî hat ser çokan. Me nedixwest vê bêjin, lê bila Ahmet Davûtoglû vegere li rewşa Serokwezîrên beriya xwe binêre. PKK bi xurtî û serbilindî li ser piyan e. Eger mijar anîna ser çokan be, li pêş çavan ne bê kî hatiye ser çokan. Modela Srî Lankayê çîrok e. Kurdistan ne Srî Lanka ye. Êrîşên bi wî rengî, dema ya li pêş ber qels bibe û bikeve cihê teng, hingî ji bo tinekirinê tên kirin. Em dizanin ev plan ji aliyê leşkerî, stratejiya siyasî û taktîkê ve tê çi wateyê. Lê belê PKK di asta herî bilind a pêşketina xwe de ye. Di nava du salên dawî de serketinên mezin bi dest xist. Veguehrî hêza herî dînamîk a Rojhilata Navîn. Li hemberî hêzeke bi vî rengî nikare ya li hemberî Tamîliyan bi kar anîn, bi kar bînin. Kî rabe hewl bide vê pêk bîne, ew ê bi xwe bê ser çokan. Ev sefsete ne. Bi van re dixwazin moralê civak, rewşenbîrên krud û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê xera bikin."
AKP WÊ TÊK BIÇE
Kalkan ji bo rewşa heyî ya AKP tê de jî ev nirxandin kir: "AKP gelekî qels e. Ez vê yekê îdîa dikim: AKP wê têk biçe. Eger karibe 7'ê Hezîranê bibîne wê nikaribe 1'ê Mijdarê bibîne! Ji vir dibêjim. Lewma AKP di 1'ê Mijdarê de bû hikûmet, lê nebû desthilatdar. Wê nikaribe bibe desthilatdar. Berxwedana demokratîk wê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn AKP'ê têk bibe, hilweşîne. Bila her kes bi vê zanibe. Yên ewqas hêzê didin AKP'ê bila hesabên xwe rast bikin."
DIVÊ MIROV JI VÊ SÎSTEMÊ XWE QUT BIKIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bang li her kesê ji xwe re dibêje 'ez Kurd im', her kesên azadiya gelê Kurd dixwazin kir ku xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê derkevin, tevlî berxwedanê bibin û got, "Divê her kesên li Kurdistanê dijîn, cihêrengiya partî û îdeolojîk a navbera xwe deynin aliyekî û cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigire. Civaka Tirkiyeyê û hêzên demokratîk, bi taybetî Kurdên bar kirine Tirkiyeyê pêwîste bi berxwedanê re bibin yek. Ji gelek aliyan ve dikarin tevkariyê bikin. Mînak; hînê hinek dibêjin 'em zarokên xwe bişînin dibistanan'. Dibistana çi halê çi! Derketiye holê ku ew dibistan çi ne. Bila zarokên xwe neşînin wan dibistanan, nehêlin ku mejiyê wan ê paqij bê jehrîkirin.
Pêwîste mirov xwe ji vê sîstemê qut bikin. Ez nabêjim em ji ivaka Tirkiyeyê qut bibin, cihê bibin. Lê belê divê ji sîstma faşîst, mêtînger û qirkirinê mirov qut bibin. Girîng e Kurd vê bidin destpêkirin. Ne tenê Kurd, kedkarên gelê Tirkiyeyê, jin û ciwan hemû qut bibin. Ev dewlet ne dewleta civakê ye. Dewlet cuda ye, civaka demokratîk cuda ye. Divê civak xwe bi xwe bi rêxistin bike û hebûna xwe biparêze."
AKP TÊK ÇÛYE
Kalkan da xuyakirin ku AKP têk çûye, plana xwe ya têkbirinê winda kiriğye û got, "Lingekî AKP'ê di çalê de ye, yê din jî kêm maye bikevê. Berxwedanê, plana AKP'ê ya anîna ser çokê serûbin kiriye û pêvajo veguherandiye pêvajoya têkçûna AKP'ê. Bila ti kes malên xwe, kolanên xwe neterikînin. Divê ti kes Kurdistanê neterikîne. Mayîna di nava têkoşînê de sekin û helwesta azadîparêz, bi rûmet û welatparêziyê ye.