Jinên Elewî findên xwe ji bo berxwedanê pêxistin

Tevgera Jinên Elewî yên Demokratîk ên Dêrsimê bi çalakiyekê ve findên xwe ji bo berxwedanê pêxistin.

Tevgera Jinên Elewî yên Demokratîk ên Dêrsimê bi çalakiyekê ve findên xwe ji bo berxwedanê pêxistin.

Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn, Endamên Tevgera Jinên Elewî yên Demokratîk ên Dêrsimê, nûnerên jin ên KJA, DBP, HDP û ESP’ê tevlî daxuyaniya ku li Qada Seyîd Riza hat dayin bûn.

Endama Tevgera Jinên Elewî yên Demokratîk ên Dêrsimê Cemîle Ataş daxuyanî bi Kirmanckî xwend, diyar kir ku gelên Tirkiye û komên baweriyê di pêvajoyek zor û xeter re derbas dibin. Bi bîr xist ku zîhniyeta Qetlîama Mereşê pêk anîye, îro jî qetlîamên xwe didomîne. Ataş got: “Eger hesabê Mereşê bihata dayin wê îro ev qetlîamana pêk nehata.”

Ataş bal kişand ser qetlîamên li Cizîr, Silopiya û Amedê, wiha got: “Dewleta AKP’ê di vê pêvajoyê de tenê bi qetilkirina canê me têr nebûye, bi awayekî bê hempa êrîşî îbadetgehên me, nirxên me yên çandî, manevî ango êrîşî pîroziyên me kirin û dikin. Li Gimgimê, Dêrsimê malên me yên cemê hatin bomberdûmankirin û bi erdê re kirin yek. Li Amedê Mînareya Çar Lîng dan ber guleyan, aştîxwaz Tahîr Elçî hate qetilkirin, her wiha li Amedê Mizgefta Kûrşûnlû û dêrek hate şewitandin. Em ji vê zîhniyeta Yezîd a ku goristanên me, nirxên me yên manevî, miriyên me bi balafirên şer bomberdûman dike re dibêjin, ‘bisekine’.”

Ataş destnîşan kir ku jinên Elewî van êşana baş dizanin, got: “Em ê rê nedin Kerbela, Mereş û Dêrsimên nû.”

Ataş bi bîr xist ku findên xwe ne ji bo teslîmiyetê ji bo berxwedanê pêdixin, wiha bang kir: “Em bang li civaka Elewî dikin ku dengê xwe bilind bikin û nebin hevkarê vê zilmê.”

...