Ji YDG-H daxuyaniya 'Silopiya'

Koordînasyona YDG-H, der barê terora dewletê ya li Silopiyayê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. YDG-H nasnameya sê hevrêyên xwe yên jiyana xwe ji dest dan aşkera kir û banga "Em Kurdistanê ji dewleta dagirker paqij bikin" kir.

Koordînasyona YDG-H, der barê terora dewletê ya li navçeya Şirnex Silopiyayê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. YDG-H nasnameya sê hevrêyên xwe yên jiyana xwe ji dest dan aşkera kir û banga "Em Kurdistanê ji dewleta dagirker paqij bikin" kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku AKP'ê ji ber serketina Kurdan û hêzên demokrasiyê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi dest xistin, dest bi êrîşê kiriye û hat gotin, "AKP'ê di 24'ê Tîrmehê de plana C a bi zîhniyeta tinekirina gelê Kurd xistiye dewrê û li hemberî qadên gerîla dest bi êrîşên hewayî kiriye. Hemû mirovên daxwazên dixwazin weke dijmin îlan kiriye û dest bi pêla êrîş û girtinê kiriye. Ev êrîş bi awayekî vekirî, li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê tê wateya îlana şer."

'GULE LI GEL HAT REŞANDIN, SIVÎL HATIN QETILKIRIN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku gelê Kurd ê bi berxwedana salan hebûna xwe parastiye, bi mezinkirina berxwedanê re li dijî êrîşên faşîst sekiniye û ev xal hat destnîşankirin:

"Bi pêşengiya YDG-H'ê, jin û ciwanan li dijî êrîş û girtinan, li çar aliyên Kurdistanê li tax, kolan û hemû rêyan xendek kolandine û ji bo pêşî li hewldanên girtin û komkujiyê yên dewleta AKP'ê bigirin ketine rewşa xweparastinê, ji bo parastin û azadkirina tax û kolanên xwe têkoşiyane.

Berxwedana Gel a di 7'ê Tebaxê de li Taxa Zapê ya Silopiyayê destpê kir, li Gimgim, Şemzînan, Farqîn, Nisêbîn û Sûr a Amedê deng veda; pêngava qewirandina faşîzma TC ji Kurdistanê hatiye destpêkirin. Dewleta AKP'ê ya li pêşberî vê berxwedana mezin a gel tewşomewşo bû, bi hevkariya DAIŞ'ê li Kurdistanê dest bi meşandina planên komkujiyê kir. Ewilî li Cizîrê destpê kirin, li Silopiya, Giyadîn, Farqîn, Şemzînanê, herî dawî li Cizîr û Geverê gule li gel reşandin û mirovên me yên sivîl qetil kirin.

'ÇALAKIYA FEDAÎ PÊK ANÎN'

Li hemberî van êrîşan gelê me yê welatparêz bi pêşengiya jin û ciwanan, li her deverê ketiye rewşa xweparastinê. Li ser vê bingehê, di 30'ê Tebaxê de 3 hevalên me yên endamê YDG-H'ê xwestin li dijî komkujiyên li Gever û Cizîrê çalakiyê lidar bixin, lê rastî êrîşên faşîzan ên dijmin hatin. Hevrêyên me li hemberî polîsên xwestin înfazê bikin, li ser bingeha xweparastinê tevgeriyan û ji saet 02:30 ê şevê heta saet 06:40 ê danê sibehê li dijî dijmin şer kirine. Piştî ku cebilxaneya wan qediya hevalên me Êrîş, Berxwedan û Bahoz ên xwe li malekê girtibûn, ji bo nekevin destê hêzên dagirker, bi bombeyên xwe çalakiya fedaî pêk anîn û tevlî karwanê şehîdan bûn."

YDG-H'ê der barê endamên xwe yên hatin qetilkirin de ev agahî da: "Hevrêyê me Êrîş bûye pêşengê berxwedana gelê Silopiyayê; bi biryardarî, cesaret û dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re kîna xwe li ser dewleta TC a faşîst verşiya ye û hesabê zext û zordariya li gelê me yê welatparêz tê kirin, pirsiya ye. Di şerê azadkirina Kurdistanê de weke milîtanekî leheng li refên herî pêş cih girtiye, mêtîngerî ji kolanên Silopiyayê qewirandiye. Hevrêyê me Êrîş di pêvajoya şerê gel de, xeta berxwedanê ya Bêrîtanan, Egîdan dewam kiriye, bûye fedaî û ruhê demên di şexsê xwe de bi çalakiya xwe re nîşan daye.

Hêrsa li dijî dijmin, wêrekî û ruhê ciwan ê hevrê Berxwedan, dilsoziya bi têkoşînê re ya hevrê Bahoz di xeta fedaîtiyê de xwe nîşan dane.

'EM QADÊN XWE JI DEWLETA TC PAQIJ BIKIN'

Ji vê derê em bang li ciwanên Kurdistanê yên leheng dikin:

Xwedîderketina li şehîdên xwe, tacîdarkirina têkoşîna wan bi serketinê re dibe. Em di xeta Şehîd Êrîş, Şehîd Berxwedan û Şehîd Bahoz de bimeşin û Kurdistanê azad bikin. Em kolanên xwe, raxên xwe, qadên xwe ji dewleta TC a dagirker, paqij bikin.

Weke YDG-H em soz didin ku em ê tola hevalên xwe yên li Silopiyayê şehîd ketine hilînin, em ê bibin şopdarên têkoşîna wan û têkoşîna xwe ya azadiyê ji sedî sed bi ser bixînin."

ÇALAKIYÊN BERSIVDAYÎNÊ

Di daxuyaniyê de, li ser çalakiyên bersivdayînê yên ji bo sê ciwanên hatin qetilkirin de, ev agahî hatin dayîn: "Di sibeha 30'ê Tebaxê de li hemberî nuqteya trafîkê û maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep bi rokêtan êrîş hatiye kirin. 4 polîsên tevgera taybet hatin kuştin, 2 polîs birîndar bûn. Di sibeha 31'ê Tebaxê saet di 06:05'an de li hemberî nuqteya polîsan êrîşa bi rokêtan hat lidarxistin. Di vê êrîşê de jî 2 polîsên tevgera taybet hatin kuştin. Di çalakiya sûîqestê de jî 3 polîsên tevgera taybet hatine kuştin."

NASNAMEYÊN ENDAMÊN YDG-H ÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Nasnameyên endamên YDG-H ên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ne:

"Nav: Farûk Aydin
Nasnav: Êrîş Çirav
Navê Dayikê: Azîme Aydin
Navê Bav: Alî Aydin
Cih û dema ji dayikbûNê: Sêrt/Dihê, 1989

***

Nav: Alî Oduk
Nasnav: Berxwedan Xerîkî
Navê Dayikê: Reyhanî Oduk
Navê Bav: Cevher Oduk
Cih û dema ji dayikbûnê: Silopiya/1993

***

Nav: Halîl Can
Nasnav: Bahoz Aydin
Navê Dayikê: Guler Can
Navê Bav: Mehmet Can
Cih û dema ji dayikbûnê: Silopiya/Gundê Bilika/1994."