Ji Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê re dosyaya ‘Cizîrê’
Kurdistaniyên ku têkildarî qetlîamên li ser Kurdistanê li pêşiya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê kom bûn, ji Swîsreyê daxwaza li ser Tirkiyeyê zextê bikin kir.
Kurdistaniyên ku têkildarî qetlîamên li ser Kurdistanê li pêşiya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê kom bûn, ji Swîsreyê daxwaza li ser Tirkiyeyê zextê bikin kir.
Li Swîsreyê li hember êrîşên dewleta Tirk ên destpêkê li ser Sûr û Cizîrê û li dijî qetlîamên li ser Kurdistanê, li pêşiya avahiya Wezareta Karên Derve çalakî hat lidarxistin. Çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinan a Mizgîn a Bernê ve hat organîzekirin, dowîz û pankartên “AKP li Kurdistanê qelîaman pêk tîne, Ewropa lîstika ker, kor û laltiyê dike”, “Li hember qetlîamên Kurdan bêdeng nemînin” û “Hîtlerê duyemîn Erdogan” hilgirtin.
Di çalakiya ku nêzî nîv saetê dewam kir de heyeteke ji sê kesan, dosyayek pêşkêşî Wezareta Karên Derve kir. Di dosyayê de daxwazên weke banga ji bo birîndarên li bodrûma wehşetê de ne korîdora tenduritiyê bê vekirin û dawî li qetlîam û dorpêçan were cih girtin.
JI KOMÊN ÇEP KAMPANYA
Li aliyê din, komên alternatîf ên çep ên li Swîsreyê ji bo der heqê aqûbeta birîndar û cenazeyên li Cizîrê agahî bên girtin, kampanyayek name şandinê ya bi sernivîsa ‘Alîkariya birîndarên li Cizîrê bikin’ dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de, gelek name ji bo Wezaretê hatin şandin.