Ji tenduristvanan li hember şerê AKP’ê daxuyaniya aştiyê

Rêxistinên tenduristiyê, li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê daxuyaniyeke aştiyê amade kirin

Rexistinên tenduristiyê, li hember polîtîkayên  şer ên AKP ê daxuyaniyeke aştiye amade kirin.

Yekîtîya Tabîban, Yekîtîya Doktoren Diranan, Sendîkaya Tenduristiyê û Kedkaren Xizmeta Sosyal, Sendîkaya Kar a Şoreşgerên Tenduristiyê, Komeleya Hemşîreyan, Komeleya Medîkal Radyoteknolojî, Komeleya Hemû Teknîsyenên Radyolojî û Teknîkaran, Komeleya Psîkologan û Komeleya Pisporên Xizmeta Sosyal li hember polîtîkayen AKP’ê yên şer daxuyaniya hevpar dan.

KOMKUJÎ, ÎNFAZ Û ‘90’ BIBÎR XISTIN

Di daxuyaniya ji aliyê rêxistinên tenduristiyê ve hat amadekirin behsa Komkujiya Pirsûsê, înfazên sivîlan, bikaranîna zimanê şer dike û bal dikişîne ser vegera ‘rojên tarî yên 90’an’.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ger wê mirin li hemberî jiyanê bi ser bikeve, nexweşxane li şûna bi mîlyonan mirovên extiyar, bi bedenên ciwan ên bi gule û bombeyan parçebûyî tijî bibe, em kesên hewl didin ji nexweş û birîndaran re bibin derman; doktor, hemşîre, bijîşkên diranan,dermansaz, memûrên tenduristiyê, teknîsyen, pisporên xizmetên civakî, karkerên tenduristiyê yên taşeron, laborant çima bi roj û êvarî dixebitin? Ji bo çi em hewl didin mirovan baş bikin, bidin jiyîn?” Daxuyani wiha didome:

“Bila siyasetmedarên şer vê baş zanibin, em di vî karî de nînin. Li eniya xwe ya şer me nenivîsinin… Di rojeva me de ne şer wê aştî hebe.”