Ji Sûrê dengê teqînan tê

Li Sûrê, hêzên dewletê êrîşên xwe dijwar kirin. Hat ragihandin ku ji ber topbarana hêzên dewletê, danê vê sibehê 2 zarok bi sivikî birîndar bûne.

Li Sûrê, hêzên dewletê êrîşên xwe dijwar kirin. Hat ragihandin ku ji ber topbarana hêzên dewletê, danê vê sibehê 2 zarok bi sivikî birîndar bûne.

Bi qedexeya cara 6. a li navçeya Amed Sûrê re, ji maşînên zirxî û tankên leşkerî yên li navçeyê hatine bicihkirin, top li navçeyê tên barandin. Li navçeya ku dengê teqînan jê tê, elektrîka hin taxan qut bûye. Ji ber topbaranê du zarok bi sivikî birîndar bûn û gel mudaxle li birîna zarokan kir. Hat ragihandin ku çekdarên dewletê nahêlin ku gel zarokan rake nexweşxaneyê.

Ji ber topbarana artêş û polîsên Tirk duh gelek xanî xera bûbûn û şewat derketibû. Gel jî bi derfetên destê xwe ev şewat vemirandibû. Gelê Sûrê bi biryardarî dibêje ku ew ê navçeya xwe neterikîne.