Ji Silêmaniyeyê bang li dewleta Tirk hat kirin: Li ser rewşa Ocalan daxuyaniyeke zelal bide

Konferansa li Silêmaniyeyê, ku di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê lidarxistin, bi panelan dewam dike. Di konferansê de ji dewleta Tirk hat xwestin, li ser rewşa Ocalan daxuyaniyeke zelal bide.

Konferansa li Silêmaniyeyê, ku di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê lidarxistin, bi panelan dewam dike. Di konferansê de ji dewleta Tirk hat xwestin, li ser rewşa Ocalan daxuyaniyeke zelal bide.

Di konferansa Akademiya Siyaset û Ramanê Demokratîk de, piştî axaftina destpêkê ya Dr. Faîk Gulpî û endamê Polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar, bi panela ewilî destpê kir.

Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica weke qiseker beşdarî vê panelê bûn û piştperdeya komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan nirxandin.

Kurkçu ku di heman demê de moderatorê panelê ye, hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê nrixand û işaret bi rewşa Ocalan a li Îmraliyê kir.

KURKÇU: REWŞA OCALAN YEK JI MESELEYÊN HERÎ GIRÎNG ÊN SIYASÎ YE

Kurkçu bang li rayedarên Tirk kir û got, "Yek ji daxwazên herî girîng ên li Tirkiyeyê ew e, ku rayedar li ser tenduristî û jiyana Ocalan daxuyaniyekê bide."

Kurkçu da xuyakirin, ku bi mîlyonan mirov li benda bersiva vê pirsê ne û ji hikûmeta Tirk xwest, bi zelalî bersiva vê pirsê bidin.

Kurkçu got, "Mafê me ye em zanbin rewşa îro ya Ocalan çi ye."

Kurkçu di dewama axaftina xwe de ragihand, ku qewimînên li Tirkiyeyê cihê tirs û fikarn e û bal kişand ser kampanyayên li Kurdistan, Tirkiye û qada navneteweyî yên ji bo azadiya Ocalan tên meşandin. Ertûgrûl Kurkçu destnîşan kir, aramiya Rojhilata Navîn bi çareseriya pirsgirêka Kurd dibe û ji bo çareseriyê jî pêşniyarên Ocalan bibîr xist. Kurkçu got, "Ocalan ne tenê rêbaza şer, di heman demê de rê û rêbaza lihevkirinê jî hînê Kurdan kiriye."

DÎCLE PIŞTPERDEYA KOMPLOYÊ VEGOT

Piştre Hatîp Dîcle mafê axaftinê wergirt û bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî axivî. Dîcle ji Yekemîn Şerê Cîhanê destpê kir û derketina pirsgirêka Kurd vegot.

Dîcle her wiha qala komployên 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê jî kir û polîtîkayên welatên Rojavayî rexne kir. Dîcle got, "Eger destek dabûna hewldanên çareseriyeke demokratîk a li Tirkiyeyê, wê rewşa îro ya Tirkiyeyê ne bi vî rengî bûya."

Parêzer Rêzan Sarica jî bal kişand ser bêhiqûqî û bazariyên qirêj ên di dema dîlgirtina Ocalan de hatin kirin. Sarica pêvajoya komployê vegot û destnîşan kir, armanc ji dîlgirtina Ocalan neçareserî ye.

...