Ji Qamişloyê AKP hat hişyarkirin, berxwedan hat silavkirin

Li Qamişlo, terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê hat şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, li Akademiya Mezopotamyayê ya Qamişlo, ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ve semînerek hat lidarxistin.

Ji Konseya Rêveber a YCR'ê Baran Demhat li semînerê peyivî û got, "Dewleta Tirk bi çiqas çekên giran, tank û topan êrîş dike bila bike, wê li hemberî gelê Kurd têk biçe. Bi kuştinê re nikare çavê me bitirsîne."

XWERÊVEBERÎ HAT SILAVKIRIN

Demhat diyar kir ku ew xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê silav dikin û got, "Polîtîkaya dewleta Tirk a faşîzan li hemberî rastiya neteweya demokratîk têk çû."

Demhat got, "Ciwanên Bakurê Kurdistanê hînî şerê bêçek jî bû" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Gel bi vîna xwe re li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide. Li hemberî êrîşên topyekûn, têdikoşe. Dewleta ku bi barbarî êrîş dike, çawa ku li Til Temirê xwe nîşan da, li Bakurê Kurdistanê jî bi heman rengî tevdigere. Êrîş encama heman zîhniyetî ye. Lê belê divê were zanîn, ku çawa ku me dewleta Tirk li Rojava xist binê axê, em ê li Bakurê Kurdistanê jî di nava rûpelên dîrokê de defin bikin."

'EM Ê REHÊN WÊ BIBIRIN'

Demhat diyar kir ku ciwanên Bakurê Kurdistanê bi avakirina çeperan re li hemberî dewleta Tirk şerekî mezin ê bawerî û vînê dimeşînin û got, "Li Rojava em ê rehên dewleta Tirk bibirin, li Bakurê Kurdistanê jî ji kokê ve rakin."

...