Koordînasyona Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn) bi boneya cejna Remezanê, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Koordînasyonê wiha ye:
"Em cejna Remezanê li gelên xwe yên Rojava, Sûriye û li tevahiya cîhanê pîroz dikin. Di demeke ku li welatê me di bin êrîşa çeteyan de ye, cejna Remezanê bi ser me de tê.
Divê em karibin dilê zarokên xwe yên ku êdî ji tirsa ji çeteyan û dengê teqîn û bombeyan westiyane, kêfxweş bikin.
Em ji gelên xwe yê Rojava dixwazin ku dilê zarokên xwe bi serketinên ku hêzên me yên leheng li çeperan bidest xistine, rihet û kêfxweş bikin. Ji ber ku kêfxweşî mafê wan yê xwezayî ye.
Tiştên bên wê xweştir bin, ji ber ku me temenê vê yekê xwîn û şehadet daye.
Gelê me wê karibe di nava sîstema Federaliya Demokratîk de, mafê xwe yê jiyana bi rûmet bidest bixe. Cejna herî mezin, cejna azadî, demokrasî û aştiyê ye.
Em cejna Remezanê li Ummeta Îslamî û hemû olên xwedayî, pîroz dikin.
Em bang li hemû zanyarên Ola Îslamê dikin ku li hemberî komkujiyên ku di vê mehê de li hemberî gelê me de tên kirin, bisekinin. Bi taybet ew komkujiyên ku komên çete yên êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê, Kantona Efrînê û Herêma Şehbayê dikin. Her wiha komkujiyên ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî gelê me yê Kurd tên kirin. Li vir hikûmeta AKP’ê û Erdogan bi navê Îslamê, komkujiyan li dijî gelê me pêk tînin.
Em ji tevahiya Ummeta Îslamê bi hêvî ne ku li hemberî hemû aliyên ku hewl didin ji bo berjewendiyên û xwenên xwe yên avakirina Împeratoriyan, rastiya Îslamî reş dikin, bisekinin."