NÛ BÛ

Ji KONGRA-GEL ji bo Nisêbînê banga çalakiyên lezgîn

KONGRA-GEL ji bo Nisêbînê banga serhildanê li her kesî kir.

Hevserokatiya Giştî ya KONGRA-GEL, têkîldarî hewldanên qetlîamê yên ku çeteyên AKP/Qesrê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê pêk tîne daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hêzên dewletê yên ku nikarin li Nisêbînê berxwedana gel bi tank û topan bişkîne, bi bombekirina ji balafirên şer ve dixwazin Nisêbînê bi gelê wê re tine bikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “Ev rewş, diyar dike ku bê ka dewleta faşîst a Erdogan ê ku li hember gelê me şerê qirêj dimeşîne çiqasî di zorê de ye” û wiha dewam kir:

‘BÊDENGÎ QEBÛLKIRINA FAŞÎZMÊ YE’

“Sedema esasî ya ku dewleta faşîst van qetlîamên komî wisa bêperwa dimeşîne jî bêdengiya raya giştî ye. Divê her kes vê baş bizane, hêza herî esasî ya wê faşîzma Erdogan rawestîne, têkoşîna azadiyê û demokrasiyê  ye ku gelê Kurdistanê pêşengiya wê dike. Û ev têkoşîn, ne tenê ji bo gelê Kurd tê meşandin. Ev têkoşînê, ji bo siberoja tevahî bindestên ku faşîzma Erdogan tehdîd dike pêk tê. Ango, têkoşîneke ji bo tevahî mirovahiyê ye. Ji ber vê jî bêdengî bi ti awayî nayê qebûlkirin. Bêdengî, qebûlkirina faşîzmê ye.”

‘DIVÊ HER KES RABE SER PIYAN; BI BERXWEDANÊ RE XWE BIKE YEK!’

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku ji bo têkoşîna bi heybet a gelê Nisêbînê her kes rabin serhildanê, ev bang hate kirin:
“Ji bo hêzdayina berxwedêrên li dijî faşîzmê têdikoşin, ji bo bûyina deng û hevrêyê wan, di serî de gelê mey ê welatparêz, em bang li her kesî dikin ku xwedî li berxwedana gelê Nisêbînê derkevin.

Em bang li tevahî gelê Kurdistanê, tevahî gelê Kurdistan û Tirkiyeyê yên li metropolên Tirkiye û derveyî welat dimînin dikin; ji bo protestokirina faşîzma Erdogan, ji bo şikandina bêdengiya raya giştî, ji bo saziyên navneteweyî xistina nav liv û tevgerê, ji bol i dijî faşîzmê avakirina yekîtiya hêzên demokrasiyê, divê her kes bi serhildanan berxwedanê mezin bike.

Bi taybet em bang li gelê xwe yê li Ewropa dikin; ji bo NY, YE, PE, KE û raya giştî ji bo gelê Nisêbînê bikeve nav liv û tevgerê, divê hûn demildest rola xwe ya dîrokî bilîzin. Wê sibehê ji bo her kesî dereng be. Em bang li her kesên ku demokrat, şoreşger, pêşverû, her kesên ku li dijî faşîzma Erdogan dikin ku xwe bi berxwedana gelê Nisêbînê re bikin ye. Roj roja çalakiyê ye, roj roja mezinkirina berxwedanê ye.”