Ji kesayetên Başûrê Kurdistanê bang: Divê Kurd ji her rewşê re amade bin

Gelek rojnamevan, akademîsyen û oldarên ji Başûrê Kurdistanê banga yekîtiyê li Kurdan kirin û destnîşan kirin ku divê ew ji her rewşê re amade bin.

Bi dehan rojnamevan, akademÎsyen û mamostayên olî yên Herêma Kurdistanê Kurdistanê, derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Gelê Kurd giştî ji bo raya giştî bangek lezgîn belav kirin.

Di bangê de tê gotin ku ji ber êrişa vê dawiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, metirsiyek mezin li ser hemû netewa Kurd çêbûye, niha agirbest heye, lê hîn jî dilê xelkê Kurdistanê ne rehete û koçber venegeriyane ser cihê xwe. Her wiha bajarê Kobanê û derdora wê dibin dorpêçek giran deye.

Di dewama bangê de ev tişt hatin gotin;

“Li beramberê vê dagirkeriya ku buye sedema karesata mirovî û sucê şer, bêdengiye welatên herêmê û navnetewî, ji bo hemû Kurdan bûye waneyek dîrokî û ezmûnek nû. Dibe ya ku li Suriyeyê rûdayî, li cihek din yê Kurdistanê dubare bibe.

Divê Kurd bi yekrêziyê, xwe ji bo hemû egerên ku nayên xwestin amade bike. Hêvênê vê yekbûnê wê di nerazîbûnên berfireh ên navxweyî de bi zelal tê dîtin.

Ev yekitiya divê rewşa awartede, çeka herî bihêz ya netewa meye. Lê mixabin hinek caran di cîhana mecazî û rast de, dengek tê dibihîstin ku berovajiyê vê yekîtiyê, dabeşbûnê di afirîne.

Divê rêz li hemû pîrozî û fikirên cûda were girtin, divê mazlumiyeta Kurdan bibe hêvênê yekîtiya gelê Kurd. Di her eniyek fikrî de, divê dijatiya dijî zordaran bihevre bikîn proje û nexşerêya xwe. Em rê nedin hinek kes vê yekitiya ku berhema hewldanên her kesiye têk bibe.

Piştgiriya îro ya berfireh a ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşana wefadariya miroviye. Em bang li partiyên siyasî, saziyên ragihandinê, rêxistinên civaka sivîl û hemu Kurdan dikin, li ser xalên hevbeş bihevre kar bikin û di nava fikirên cûda de jî bibin pira yekitiyê. Divê raya giştî hemberî metirsiyan were birêxistinkirin û xwe ji hemû karên ku bibe sedema parçebûnê durbixin.

Yekxistina nav mala Kurdan ji her tiştî girîngtire, divê em peyamên ku ruhê yekîtiyê di afirînin qebûl bikin. Em ji cîhanê re bêjin tevî nakokiyên me, em li ser armancek bilind lihev dikin.”

Navê kesên ku îmzeya xwe danînê binê bangê evin:

M.Hesen Şemêranî- zanayê olî

Tofîq Kerîm-Nivîskar

Dr. Keywan Azad-Mamostayê Zanîngehê

Kemal Reuf – Rojnamevan

Nazim Ebdullah – siyasetmedar

Ebûbekir Karwanî – nivîskar û siyasetmedar

Yasîn Hesen – Siyasetmedar

Soran Heme Reş – dîroknas

Dr. Hogir Mehmud – Mamosteyê Zanîngehê

Mihemedd Reuf Mihemed– nivîskar û siyasetmedar

Selah Salar – Rojnamevan

Dr. Fatih Sengawî – Parlamenter

Omêd Parezanî – Nivîskar

Seîd Elî – Rewşenbîr

Dr. Dara Heme emîn – mamostayê zanîngehê û rewşenbîr

Mohsin Huseyin – siyasetmedar

Riyaz Kake – xwendekar

Mesûd Ebdulxaliq – nivîskar û rewşenbîr

Remezan Namiq – Rewşenbîr

Ebdulrehman Ehmed – çalakvanê siyasî

Fazil Heyder – Rewşenbîr

Ehsan Yasîn Zalmî – Rewşenbîr

Dr. Yehya Omer Rêşawî – Mamostayê Zanîngehê

Asos Herdî – Rojnamevan

Dr. Hawar Kemal Mîrza – Mamosteyê Zanîngehê

Dr. Hardi Mike Ali – Mamosteyê Zanîngehê

Dr. Ejî Azad – Serokê Navenda Kurdistanê

Dr. Yasin Taha Mihemed – Mamostayê Zanîngehê

Dr. Enwar Ferec – Mamostayê Zanîngehê

Dr. Serwer Abdurrahman – Serokê Enstitûya Pay

Saman Heme Kerim- Rojnamevan

Nabil Hama Saleh Ezîz – Rêveberê Perwerdehiya Şarezûrê

Hawkar Izet Mike – Rojnamevan

Peyam Mihemed Tahir – Mafperwer

Peywend Kemal Mehmud – Parêzer

Dr. Saman Saleh – Mamostayê Zanîngehê

Aram Seîd – Nivîskar

Gimo Mihemed – Parêzer û rojnamevan

Aram Seîd – Nivîskar

Gimo Mihemed– Parêzer û Rojnamevan

Dr. Geşe Hefîd – Çalakvan

Şukrullah Hemê Emîn – Çalakvan

Rêbaz Farûq – Çalakvan

Kosret Ehmed Bêkes- çalakvan

Nehro Allayî- rojnamevan û çalakvan

Niştiman Kemal-çalakvan

Semed Mihemed – Parêzer

Hîwa Seyîd Selîm – Çalakvan

Aram Helednî – Çalakvan

Hêmin Hesen – Rojnamevan