Ji HPG'ê daxuyaniya li ser bomberdûmana artêşa Tirk

Li gorî agahiyên ji aliyê HPG'ê ve hatin dayîn, balafirên şer ên Tirk bombe li hin herêmên Garê barandine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên hewayî yên artêşa Tirk daxuyaniyek da. Li gorî agahiyên ji aliyê HPG'ê ve hatin dayîn, balafirên şer ên Tirk bombe li hin herêmên Garê barandine.

Di daxuyaniyê de li ser tevgera hewayî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên li Colemêrgê, agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku artêşa Tirk a li pêşberî berxwedana mezin a gelê Kurdistanê bêçare maye, bi bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê re dixwaze encamê werbigire.

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

HERÊMA GARE HAT BOMBEKIRIN

Roja 12'ê Çileyê saet di navbera 21:00-00:00 de balafirên şer qadên Çemço, Sîda û gundê Filleha yên herêma Zapê, saet di navbera 21:00-23:00 de jî qadê Deşta Kafya û Çemşerîte yên Gareyê bombe kirin.

HELÎKOPTERÊN KU LEŞKER DANÎN HERÊMA COLEMÊRGÊ HATIN DERBKIRIN

Roja 13'ê Çileyê saet di navbera 10:00-11:00 de 2 helîkopterên bi tîpa Skorsky, li ser qereqola Oremarê, girên Şehîd Zerdeşt û Şehîd Şiyar ên li navçeya Colemêrg Geverê geriyan. Helîkopterên bi tîpa Skorsky ên hewl dan leşkeran deynin ser Girê Şehîd Zerdeşt hatin derbkirin; hêzên me yên gerîla derbên bi bandor li Skorskyan xistin. Li ser vê yekê helîkopterên Skorsky neçar man xwe vekişînin qereqola Oremarê. Her wiha, li hemberî leşkerên ji qereqola Oremarê hewl didan biçin girê Şehîd Zerdeşt, hêzên me yên gerîla çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Hejmara mirî û birîndarên leşkeran ên di van çalakiyan de nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, qereqola Oremarê bi tankan top li girê Şehîd Gafûr barand.

TEVGERA KEŞFÊ

Di 12'ê Çileyê saet di nabera 10:00-00:00 de li herêma Zapê, 12-13'ê Çileyê saet di navbera 15:00-04:00 de li herêma Avaşînê, heman rojan saet di navbera 18:00-05:00 de li herêma Garê, 11-12'ê Çileyê saet di navbera 23:00-02:00 de li herêma Heftanînê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.

12'ê Çileyê saet di navbera 12:30-14:30 û ji saet 20:00 heta saet 02:30 ê 13'ê Çileyê (îro) li herêma Avaşînê, roja 12'ê Çileyê saet di navbera 12:00-14:00 de li herêma Zapê balafirên şer geriyan.

Roja 12'ê Çileyê saet di navbera 14:30-16:00 de li herêma navbera Tepê Marûka û qereqola Bilicanê, helîkopterên bi tîpa Kobra geriyan."