Ji HDP'ê li hember şer banga têkoşîn û hevparbûnê
HDP’ê li hember polîtîkayên şer banga têkoşînê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di şerê AKP û Erdogan daye destpêkirin de sivîl hedef tên girtin û hat xwestin ku pêvajoya muzakereyê destpê bike.
HDP’ê li hember polîtîkayên şer banga têkoşînê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di şerê AKP û Erdogan daye destpêkirin de sivîl hedef tên girtin û hat xwestin ku pêvajoya muzakereyê destpê bike.
HDP’ê li hember polîtîkayên şer banga têkoşînê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di şerê AKP û Erdogan daye destpêkirin de sivîl hedef tên girtin û hat xwestin ku pêvajoya muzakereyê destpê bike. Di daxuyaniyê de ji bo Rojava û Kobanê jî destek hat xwestin.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de weşand li hember polîtîkayên şer banga têkoşînê kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li xakên em lê dijîn, careke din di nav atmosfereke bi pevçûn a zêde û dijwar de dikevin 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê.”
ERDOGAN Û AKP’Ê DI ŞERÊ DAN DESTPÊKIRIN DE BERÊ XWE DAN SIVÎLAN'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro Serokkomar Erdogan ê ji bo saltanata qesrê Tirkiyeyê ber bi hilbijartinekê ve dibe û encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê tine hesiband û rayedarên AKP’ê ku êrîş û pevçûnên bû sedema gelek kes jiyana xwe ji dest bidin li Licê, Gimgim, Farqîn, Gever, Cizîrê, Silopiya û li gelek deveran êrîşî gelê sivîl, mal û kargehan tê kirin. Siyasetmedarên hilbijartî û rêveberên xwecihî tên girtin, siyasetmedarên jin rastî pêkanînên cinsiyetperest tên. Li zêdetirî 130 deverî ku herêma ewlekariya leşkerî hat îlankirin gel tehdîd û aciz dike. Feraseta ku ji nû ve tîmên taybet û yekîneyên komando yên taybet derxistin kolanan Tirkiyeyê ber bi salên 1990’an ve dibe.
Erdnîgariya me gav bi gav ber bi rewşeke ku dawiya wê me hemûyan xemgîn bike û bi awayekî giran birîndar bike ve dibe. Di nav gel û baweriyan de tovên nefretê tên çandin. Îro xwîn ji erdnîgariya me tê, gel ji her rojê zêdetir pêwîstiyê bi aştiyê dibînin.
‘DIVÊ DEST JI XETA ŞER BÊ BERDAN’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev polîtîkayên îro tên meşandin Serokkomarê Turk Receb Tayyîb Erdogan û rayedarên AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe yên teng û pragmatîk ên polîtîk wekî senaryoyek tarî dikare pêşeroja vî welatî têxe bin îpotekê û wiha berdewam kir:
"Ev rewşa cînetê ya li ser gelên me tê ferzkirin, nîşaneya tirsa serweran a herî mezin e. Îro ji her demê zêdetir pêwîstiya gelên me bi aştî, biratî û hembêzkirina hev heye. Mirovên me zêdetir azadî, adalet û wekheviyê dixwazin. Rêveberiyeke ne navendeke xurt û ‘yek zilam’; parlamentoyek xurt û demokrasiya xwecihî, rêveberiyeke xwecihî dixwazin. Dixwazin nirxên ‘Mirovatiya Mezin’ dîsa serwer bibe. Ên tên pelçiqandin ji bo qedera xwe bi xwe diyar bikin û bingehê ‘Jiyana Nû’ çêbikin hêzên xwe dikin yek. Êdî despêkê de mervên ku mirovên xwe yê leşker, polîs, sivîl û gerîla winda kirine, gelên Tirkiye qîr dike ku tahamûla xwe li hemberî şer û windahiyan nemaye.
Ji ber vê jî em dibêjin ‘aştî ji hilbijartina girîngtir e’. Lewma em li hemberî Qesra ku dibêje ‘heta dawiyê şer’ dibêjin ‘heta dawiyê aştî’. Di vê 1’ê Îlonê de em hesreta xwe yê li beranberî aştî,wekhevî û demokrasiyê qîr dikin. Di paşerojê de ev xeta ‘heta dawiyê şer’ bûye sedema êş û berdêlen mezin divê dest jê bê kişandin, vegerin xeta çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi dîyalog û muzakereyê.
Gelên li Tirkiyê dijin aştî,wekhevî, jiyanek bi biratî û azad, demokrasiyek xwecihî xeyal dikin. Ji her nasname û çandê Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Ereb, Ermen, Rûm, Pomak, Êzîdî, Suryanî, Gurcî, Roman; ji her zayendê jin, mêr, LGBTyî; ji her temenî ciwan, pîr; ji her baweriyê Misiliman, Xiristiyan, Cihû, Sunî, Elewî mirov di vî xeyalî de ne.
1’ê Îlonê ew roja ku em vî xeyalî bi hev re û bi dengekî bilind tînin ser ziman. Di vê erdnîgariyê de her roj ji bo hesabên siyasî yên bi xwîn û qirêj mirov tên kuştin. 1’ê Îlonê roja gotina ‘bila xwîn bisekine, çek rawest in’ e.”
PEYWIRA AKP’Ê HAT BIBÎRXISTIN, BANG LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HAT KIRIN
Di daxuyaniyê ev bang hatin kirin:
“Pirsgirêkên me siyasî ne, divê rêyên wê yên çareseriyê jî di qada siyaseta demokratîk de bêne avakirin. Gengaze ku mirov tavilê vegere rojên ku li Tirkiyeyê bêpevçûniya pêk hat, hat tehkîmkirin, dest jî tetîkan hat kişandin, bi rêya hevdîtin û muzakereyan pirsgirêk bêne axaftin û çareserkirin. Ji bo encamên berbiçav di rêya aştî û çareseriyê de bêne bidestxistin divê hemû sererastkirinên yasayî û fiîlî bêne çêkirin, ji bo daxwazên rewa, mafdar û demokratîk ên gelên me bên pêşwazîkirin pêwîste gav bên avêtin.
Ji bo li hemberî êrîş û komkujiyan hêzên demokrasî û aştiyê yên Tirkiyeyê destên xwe bidin hev û dawî li drama mirovahiyê bînin divê têkoşîna hevpar bimeşîne, bêdeng nebe, rastiyan baxive wê demê wê gengaz be.”
HDP’ê got, “Ev roja 1’ê Îlonê roja daxwazên azadî û mafên demokratîk bilêvkirinê, roja ku rêya aştiyê di muzakere û demokratîkbûnê re derbasbûnê qîrkirinê ye. gelê Kurd ji bo aştiyek bi rûmet piştî demeke bi qasî 30 salan berdewam kir ji bo wekhevî, edalet û azadiyê berdêlên pir giran da, gavek pir mezin avêtiye.” HDP’ê wiha berwedam kir, “Bi bihêzkirina siyaseta demokratîk a di Newroza 2013’an de hat sazkirin û piştre jî di 2015’an de bi Mutebeqeta Dolmabahçeyê hat pêşxistin, em dikarin pêvajoya aştiya demokratîk bigihînin encamekê. Em dikarin êdî pêvajoyeke ku mirovên me jiyana xwe ji dest nedin mayînde bikin. Niha dem dema pêşxistina vê pêngavê û dîsa di nava şert û mercên azad û wekhev de vegera atmosfera muzakereyan a bi birêz Abdullah Ocalan re ye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê di cîhan û herêmê de daxwazên aştiyê bênê qîrîn. Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Divê em li cem gelên ji bo aştiyê li Rojava, li Kobanê li be rxwe didin û xwe bi awayekî demokratîk bi rê ve dibin re cih bigirin. Em bi dehan bi sedan mirovên ku her roj şerê navxweyî yê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest didin ji bîr nekin. Em di nava hasten bi gelên mazlûm re di nava piştevaniyê de bin.”
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê, bang li Bloka Aştiyê, hemû hêzên demokrasî, ked û aştiyê li her aliyê welat dengê aştiyê bilind bikin, li hemberî polîtîkayên şer û pevçûnan sekinînê kir, hat xwestin ku ji bo gihiştina mafên mirovî û demokratîk divê karker, kedkar, bindest û hemû derdorên di bin zext û zorê de bibin yek.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, “HDP hem navnîşana aştiya mayînde û hem jî navnîşana çareseriyek demokratîk e. Em ê gelên xwe, xwe, bajarên xwe û welatê xwe bi hev re bi rê ve bibin. Eger em bi hev re dijîn, em dikarin bi hev re bi rê ve jî bibin.”