Ji girtiyên PKK û PAJK'ê peyama xwerêveberiyê

Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo berxwedana xwerêveberiyê peyameke nivîskî weşandin û diyar kirin ku gelê Kurd bi xwerêveberiyê hewl dide çarenûsa xwe xêz bike.

Li bajarên Kurdistanê li hemberî operasyonên tunekirinê yên hikumeta AKP'ê, berxwedana gel a xwerêveberiyê berdewam dike. Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî peyameke nivîskî weşandin û berxwedana gel silav kirin. Di daxuyaniya girtiyan de tê gotin ku gelê Kurd ê ku di sedsala 20'emîn de bê statu û bê nasname hatiye hiştin, niha dixwaze çarenûsa xwe xêz bike. 

Di peyamê de tê diyarkirin ku gelê Kurd ê ku di sedsala borî de başiya wî bi mirinê, hebûna wî bi xizmetkarîyê dihate pênasekirin, îro ji bo xwe, ji bo gelên heremê û ji bo mirovatîyê dibê ilhama azadiyê.

'POLÎTÎKAYA AKP'Ê ÎFLAS KİR'

Peyama girtiyan wiha berdewam dike: "Ji sala 1993 yan bi taybetî ji jî 1999'an vir ve ... gelê Kurd û Tevgera me ya Azadiyê li ser esasê aştiyeke bi rûmet, çareseriyeke siyasî û mayinde ye. Ev hewl di salên dawî de bi keda Rêbertiya me Birêz Abdullah Ocalan gihişte lûtkeyê. Protokola Dolmabahçeyê îfadeya vê ya şênber bû. Li hember vê hewlê polîtîkaya AKP'e ya kone û xapînok îflas kir. Şerê ku îro li hember gelên me tê meşandin vê iflasê û biryara temamî xwe bi ser dirojkirinê ifade dike.

Îro konjonktura cîhanê, rewşa herêmê û rastiya welatê me mîsoger dike ku gelê me çarenûsa xwe bigre destê xwe û xwe bi ser rehên xwe bi vîna xwe ava bike, xwe rêveberîyên demokratik, biryara vê rastiyê ye.

'EM Bİ GELÊ XWE RE NE'

Herî dawî, Şemzinan xwerêveberîya xwe ilan kir. Em di kesayeta warê Egîdan, Şemzînanê de dibejin kû, em her li pişta gelê xwe û li ber milê gelê xwe ne. Nifşê 68’an digot "Yek, du sisê bêtir zêde Vîetnam!" Şoreşgerên Rojhilata Navîn û yên welat gotin "Yek, du, sisê bêhtir zêde Kobanê!" û em îro bi heman wateyê dibejin "sîh, sed, hezar, behtir zêde xwerêveberî!"