Ji gerîla çalakiyên bersivdayînê: 4 leşker û 3 polîs hatin kuştin

Gerîlayan bi çalakiyan bersiv dan êrîşên artêşa Tirk. HPG'ê diyar kir ku di çalakiyan de 4 leşker û 3 polîs hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku gerîlayên HPG/YJA Starê, li dijî êrîşên artêşa Tirk çalakiyên bersivdayînê lidar xistin. HPG'ê ragihand, ku roja 23'ê Kanûnê saet di 10:00 de hêzên gerîla li hemberî tabûra Findikê ya ser bi navçeya Şirnex Basanê, çalakiyek lidar xistin. HPG'ê da xuyakirin ku çalakiya li hemberî leşkerên li ber maşîneke li ber qereqolê civiya bûn hatiye pêk anîn û di encamê de 4 leşker hatine kuştin. HPG'ê diyar kir ku ev çalakî li hemberî êrîşên li dijî gel hatiye kirin.

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "18'ê Kanûnê saet di 19:00 de li ser pira Tahiro ya li taxa Dunaysir a li navenda navçeya Mêrdîn Qoserê, di dema derbasbûna maşînên zirxî de hêzên me yên gerîla çalkiya kemînê pêk anîn. Di encama vê çalakiya bi derbên bi bandor de, wesayîta zirxî ya bi tîpa Ûral û maşîna TOMA hatin îmhakirin; li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 3 polîs hatine kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna 3 hevrêyên me yên di operasyona li Mêrdînê de şehîd ketin, hatiye lidarxistin.

Êvara 23'ê Kanûnê, li nêzî sîteya pîşeyî ya li ser Rêya Îpekê ya li aliyê derketina ji navçeya Mêrdîn Qoserê, agahî hat wergirtin ku ber bi Cizîr û Nisêbînê ve wê maşînên zirxî werin veguhastin. Li ser vê yekê, li hemberî vê konvoyê çalakî hat lidarxistin û di encamê de derb li maşînan hatine xistin. Dema agahiyên li ser encamên vê çalakiyê bi dest ketin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.

BOMBERDÛMAN Û TEVGERA HEWAYÎ

Di daxuyaniya HPG'ê de li ser bomberdûman û tevgera hewayî jî ev agahî hatin dayîn:

"Roja 23'ê Kanûnê saet di navbera 08:00-18:00 de qereqolên Êrîş û Tepê Ortê yên li herêma Zapê; qada Latê Kewa, saet di navbera 21:00-22:00 de qereqola Serê Sevê; girê Cehennemê, roja 24'ê Kanûnê saet di navbera 07:00-08:00 de qereqola Bilicanê; girên Şehîd Colemêrg, Şehîd Karwan, Guvenlîk Tepesî, Garê ya Biçûk û Devê Masî bi obus, hawan û tankan bombe kirin. 

Roja 23'ê Kanûnê saet di navbera 08:00-18:0 de li herêma Heftanînê, saet di navbera 19:00 û 14:00 ê 24'ê Kanûnê de li herêma Zapê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hat kirin. Her wiha roja 23'ê Kanûnê saet di navbera 17:00-17:30 û roja 24'ê Kanûnê saet di navbera 01:00-02:00 de li herêma Zapê balafirên şer geriyan."