Ji Ewropa piştgirî ji bo berxwedana xwerêveberiyan dibare

Kurd û dostên wan ên li Ewropa li dijî pêkanînên qetlîamker ên hikûmeta AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê li kolanan e. Di çalakiyan de berxwedanên xwerêveberiyan hatin silavkirin, dirûşmên “Qatil Erdogan” hatin berzkirin.

Kurd û dostên wan ên li Ewropa li dijî pêkanînên qetlîamker ên hikûmeta AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê li kolanan e. Di çalakiyan de berxwedanên xwerêveberiyan hatin silavkirin, dirûşmên “Qatil Erdogan” hatin berzkirin. Di çalakiyan de ji raya giştî û dewletên Ewropa re li hember qetlîamên dewleta Tirk bangên hestiyariyê hatin kirin. Kurd û dostên wan xwestin berxwedan mezin bibin, ji bo meşa li navenda Dusseldorfê banga tevlîbûnê kirin.

STOCKHOLM

Ciwanên Kurd ên li paytexta Swêdê Stockholmê, ji bo protestokirina dorpêça dewleta Tirk a li ser bajarên Kurdistanê û qetlîmên wê, li pêşiya dikana cilan a H&M a li T-Centralenê çalakiya rûniştinê li dar xistin, wêneyên kesên înfazên dewleta Tirk ên li Cizîr, Silopiya û Nisêbînê şanî gel dan. 

Komek ciwan jî ji bo agahdarkirina bûyer û pêşketinên li Kurdistanê belavok belav kirin.

STUTTGART

Li bajarê Stutgart ê Elmanya, ji aliyê Însiyatîfa Ciwanên Apoyî bang hat kirin. Însiyatîfê bi vîdeoyekê xîtabî ciwanên Kurd kir, qetlîamên AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zimanekî tûnd şermezar kir. Însiyatîfê da xuyakirin ku wê li dijî êrîşên dewleta Tirk bersiv bên dayîn, bang li ciwanan kir ku bê deng nemînin.
Di peyama dîmenî de wiha hat gotin: “Em wek ciwanên Kurd ên li Stuttgartê, em ê bê deng nemînin. Bi ruhê ciwanên Apoyî ve tevahî êrîşên li ser gelê xwe û Rêbertiya xwe ji vir bibersibînin. Em ê bi Tîma Tolhildanê ya Şehîd Baran Dêrsim a Ciwanên Apoyî re rê nedin faşîzmê û ji vir banga me li tevahî ciwanên Kurd ên bi rûmet ev e; di rojek wiha de bê deng mayîn îxanet e, divê her kes baş bizane. Roj roja parastina namûs û şerefê ye.”

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanya, Ciwanên Azad û YXK’ê çalakiyên bê îtîatiyên sivîl li dar xistin. Ciwanan li Stasyona navenda bajar ji bo balkişandina ser polîtîkayên qirkirinê yên rejîma AKP’ê yên li ser Kurdistanê çalakiya bê îtîatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Di çalakiyê de wiha hat gotin: “Em wek Ciwanên Azad û YXK’ê, ji bo zîhniyeta komkujiyê ya AKP-DAIŞ’ê ji tevahî raya giştî ya cîhanê re ragihînin û bixin nav tevgerê, em çalakiya bê îtîatiya sivîl li dar dixin.”
Li bajar, ji bo qetlîamên Mereş û Roboskî jî merasîma bîranînê hat lidarxistin, dewleta Tirk hat protestokirin.

Di çalakiya ji aliyê Yektîtiya Hêzên Demokratîk li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat de Hevseroka Meclîsa Hannoverê Xanê Korî, nûnerên NAV-DEM û ATÎF’ê axivîn. Di axaftinan de berxwedana xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin.

HEILBRONN

Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê Ciwanên Azad kon danîn. Li kon têkîldarî rewşa Bakurê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî hatin dayîn, belavok hatin belavkirin.

Ciwanan dan xuyakirin ku heta azadiya Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin.

Çalakiya kon saet 20.00’an bi dawî kirin.

HAMBURG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanya jî li balafirgehê çalakiya bêîtîatiya sivîl hat lidarxistin. Têkîldarî êrîşên faşîzan ên li Bakûrê Kurdistanê gel hat agahdarkirin. Navên zarokên ku di demên dawî ji aliyê dewleta Tirk hatin qetilkirin hatin xwendin, têkîldarî qetilkirina wan agahî hatin dayîn.

Çalakiya ku dirûşmên, “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Dewleta Qatilê Zarokan Ji Kurdistanê Derkeve” hatin gotin, saetekê berdewam kir.

BREMEN
Ciwanên danê êvarî li bajarê Bremen ê Elmanya li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk hatin cem hev, ber bi balafirgehê ve ketin meşê. Ciwanan li vir çalakiya rûniştinê li dar xistin. dirûşma, “PKK’e Gel E, Gel Li Vir E” qîr kirin. Di çalakiyê de danezana ji aliyê NAV-DEM’ê hatibû amadekirin hate xwendin, ji Serokwezîr Merkel re jî wiha hat gotin: “Nebe sparteke Erdogan.”

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanya, jinên ciwan ên Kurd meş li dar xistin.
Di çalakiyê de pankartek mezin a “AKP’e û DAIŞ mil bi mil li Kurdistanê qetlîaman dike” hat vekirin.

HANAU

Li bajarê Hanaû yê Elmanya jî dewleta Tirk bi meş û mîtîngê hat protestokirin.

Meşa ku ji aliyê Platforma Aştiyê ya Hanaû hat organîzekirin, bi tevlîbûna sedan kesî ve li Markt Plazê saet 17.30’an destpê kir.

Di çalakiyê de Berdevka Meclîsa Jinan a Amara Rûken Karakoç axivî, wiha got: “Ji bo em jî karibin li berxwedana xwerêveberiyên xwedî derkevin pêwîst e em her tim li qadan bin.”

Hevşaredara Kûmçata ya Şirnexê Berîvan Ozlem bi rêya telefonê tevlî mîtîngê bû. Ozlem wiha axivî: “Gelê Kurd li dijî êrîşên hikûmeta AKP’ê wek her tim bi berxwedanê ve dibe bersiv.”

Ozlem got, “Êdî ev şer bûye şerê rûmetê” xwest ku li her derê têkoşîn bimeşe û destnîşan kir ku wê çalakiyên gelê li Ewropa bi bandor bin.

Her wiha di mîtîngê de Parlamentera Partiya Çep a Elman Sabîne Leîdîk jî axivî, banga xwedîderketina xwerêveberiyên li Kurdistanê kir.

Li ser navê mala cem, NAV-DEM, DIDF danezan hatin xwendin, hate aşkerakirin ku divê gel wezîfeya dikeve ser milên xwe bicih bîne.

FREIBURG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê stanta ku roja Duşemê ji bo protestokirina qetlîamên li ser Kurdistanê hatibû vekirin, bi meşekê bi hat rakirin. Girse li Konrad Adenauer Platz civiya, ji vir bi meşeke li navenda bajar ve daxuyanî da. Di daxuyaniyê de banga hişyariyê li yên Ewropa dijîn hate kirin û her wiha banga “rabin ser piyan” hate ragihandin.

Di çalakiyê de ji bo çalakiya navendî ya li Dusseldorfê roja Şemiyê jî banga tevlîbûnê hat kirin.

MANNHEIM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanya jî di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û DGB’ê de li pêşiya Haûbtbahnhofê çalakî hat lidarxistin. Bi sedan kesên ku tevlî meşê bûn devê xwe lazqe kirin û peyam dan Ewropayê.

Di çalakiyê de Cano Yildiz axivî û wiha got: “Bila AKP’e nebêje Amed û Botan tenê ye. Em çawa ji bo Kobanê bûn yek dil, em ê ji bo gelê li Botanê jî bibin.”

GİESSEN

Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê jî duh êvarî endamên Ciwanên Azad, stasyonek trenê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd dagir kirin.

Ciwanan piştî çalakiyê daxuyanî dan, ciwanên li Kurdistanê li dijî çeteyên AKP’ê li ber xwe didin silav kirin.

Di çalakiyê de Serokwezîr Merkel a ku li ser mijara penaberan de piştgiriya Erdogan dike jî hat şermezarkirin.

Ciwanan diyar kirin ku wê çalakiyên wan heta ku hêzên dewleta Tirk xwe ji kolanên Kurdistanê bikşîne wê bidome. 

Di çalakiyê de dirûşma, “Qatil Erdogan” hat berzkirin.

Di çalakiya ku gelê Gîessen jî eleqeyek mezin nîşan da de belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.