Ji bo Rojbîn Çetîn û xebatkarên şaredariyê çalakî hat lidarxistin

Xebatkarên Şaredariya Artemêtanê, ji bo hevşaredara xwe û xebatkarên şaredariyê yên hatine girtin, çalakî lidar xistin.

Ji bo Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn û xebatkarên şaredariyê yên bi îdîaya "xerakirina yekîtî û hebûna welêt" hatin girtin, li pêşiya avahiya xizmetê ya şaredariyê, çalakî hat lidarxistin.

'EM LI DIJÎ HEMÛ SÎSTEMÊN ÇARESERIYÊ PÊŞKÊŞ NAKIN E'

Aktîvîstên KJA, rêveberên DBP û HDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê  xebatkarên şaredariyê di çalakiyê de amade bûn. Endama Meclîsa Şaredariyê Mehtap Dînçer li çalakiyê peyivî û diyar kir ku hevalên wan bi awayekî nehiqûqî hatine girtin. Dînçer got, "Em, van girtinên li dijî xizmet û xebatkar şaredariyê hatine kirin, şermezar dikin. Em ê li dijî her şêwe sîstemên ne demokratîk û neçareseriyê ferz dikin, rawestin."

Dînçer anî ziman ku heta Çetîn û hevalên wan ên kar bên berdan, ew ê her roja Duşemê çalakiyê lidar bixin û xwest, biryara girtinê ya neheq, bê betalkirin.