Ji bo pîrozbahiya 27'ê Mijdarê bi hezaran kes gihîştin Qendîlê
Ji bo tevlîbûna li pîrozbahiyên Cejna Berxwedana Neteweyî, bi hezaran kesên ku doh bi rê ketin ber bi quntara çiyayê Qendîlê ve diherikin.
Ji bo tevlîbûna li pîrozbahiyên Cejna Berxwedana Neteweyî, bi hezaran kesên ku doh bi rê ketin ber bi quntara çiyayê Qendîlê ve diherikin.
Bi wesîleya 27'ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî îro li Qendîlê pîrozbahiyeke mezin tê lidarxistin.
Ji çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes ji doh ve diherikin binarê Qendîlê. Tê payin ku pîrozbahî piştî nîvro destpê bike.
Qada pîrozbahiyê bi alên PKK, KCK û wêneyên Rêber Apo û şehîdan hate xemilandin.
Hate ragihandin ku gelek hunermend wê derkevin ser dikê, govend wê bê gerandin, stran wê bê gotin û nûnerên siyasî wê peyaman bidin.