Ji bo berxwedêrên li Girê Mîra sînorê temen nîne
Sofî Ehmed Anûk, ji bo sekinandina qirkirina dewlet li Kurdistanê dike û ji bo şikandina dorpêçiyê tevî emrê xwe yê dirêj cihê xwe di nava nobeda berxwedanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê de digire.
Sofî Ehmed Anûk, ji bo sekinandina qirkirina dewlet li Kurdistanê dike û ji bo şikandina dorpêçiyê tevî emrê xwe yê dirêj cihê xwe di nava nobeda berxwedanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê de digire.
Sofî Ehmed Anûk, ji bo sekinandina qirkirina dewlet li Kurdistanê dike û ji bo şikandina dorpêçiyê tevî emrê xwe yê dirêj cihê xwe di nava nobeda berxwedanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê de digire. Sofî Ehmed ê 80 salî banga "Roj ji bo gelê Botanê roja rabûna ser piyan e" kir.
Ji bo şikandina dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Sûr, Cizîr û Silopiyayê, ev 12 roj in li taxa Girê Mîra ya Nisêbîn nobed tê girtin. Yek ji van berxwedêrên nobedê Sofî Ehmed Anûk ê 80 salî, tevî emrê xwe yê dirêj li benda roja rabûna dorpêçiyê ye. Anûk ê ji Mêrdînê hat û cihê xwe di nava berxwedanê de girt, ji bo birîndarên ji jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane got, "Îşkenceyek li dijî mirovahiyê li wan dikin. Ji ber vê zilmê pariyekî nan di qirika min re derbas nabe. Em dibêjin azadî, ew dibêjin koledarî. Kurd êdî ne Kurdên berê ne, koledariyê ti carî qebûl nakin. Ew dem bihurî."
'ROJ JI BO BOTANÊ ROJA RABÛNA SER PIYAN E'
Anûk diyar kir, di salên 90'î de îşkence li wî hat kirin û anî ziman ku ew ê vê koledarî û îşkenceyê qebûl neke. Sofî Anûk got, "Bila bi xêr havîn bê, wê nikaribin dengê xwe derxînin. Bila Kurd ji bo gelê Botanê serî hilde û bimeşe. Roj ji bo gelê Botanê roja rabûna ser piyan e."