Ji Bêrecûkê alîkarî li qadên xwerêveberiyê tê belavkirin

Alîkariyên di çaroveya kampanyayê de li depoyekê hatin komkirin, ji aliyê rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyan ve li qemyonekê hatin bicihkirin.

Li Bêrecûkê, alîkariya ji aliyê HDP, DBP û Pêkhateyên KJA yên li Bêrecûkê ji bo qadên xwerêveberiyê hat komkirin, li qemyona sêyemîn a alîkariyê hat bicihkirin û bi rê kirin. Ev alîkarî wê bi rêya Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Rojava, li qadên xwerêveberiyê bên belavkirin.

JI BÊRECÛKÊ QEMYONA SÊYEMÎN JÎ BI RÊ KET

Rêveberên HDP û DBP'ê yên Navçeya Riha Bêrecûkê, alîkariya li depoyekê hatibûn komkirin, li qemyonekê bicih kirin. Hevserokê HDP'ê yê Bêrecûkê Yûsûf Yeşîltepe da xuyakirin, ku ev alîkariya şêniyên Bêrecûkê wê dewam bike û banga destekê kir. Yeşîltepe got, "Pêwîstiya gelê me bi me heye" û destnîşan kir, gelê Kurd bi yekîtiyê dikare birînên xwe bipêç e. Yeşîltepe got, roj roja yekîtî û xwedîderketina li hev e.

Yûsûf Yeşîltepe axaftina xwe bi vî rengî qedand: "Ev qemyona sêyemîn e ku ji bo alîkariya gelê xwe em dişînin. Me vê carê qemyona xwe ya alîkariyê bi kevnikê ji bo pêçandina zarokan, xwarina zarokan, çay, şekir, nîsk, birinc, rûn, savar û kel û melên din ên xwarinê dagirtin. Ji bo gelê xwe yê pêwîstiya xwe bi me heye, divê em dest bidin hev." 

Yeşîltepe da xuyakirin, ku ew ê kampanyayê mezin bikin û li benda tevlîbûna her kesî ne.