Ji ber êrîşa polîsan milê wê jê bû

Sacîde Gezgîncî ya ku li Kerboranê ji ber êrîşa tîmên tevgera taybet bi giranî birîndar bû, hat emeliyatkirin. Di emeliyatê de milê çepê yê Gezgîncî hat jêkirin.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, di êrîşa dijwar a çekdarên dewletê ya li Taxa Safa de zarokê bi navê Mûhammed Akyuz ê 16 salî birîndar bûbû û Sacîde Gezgîncî ya ji bo alîkariyê çû cem Akyuz, bû hedefa guleyên hêzên dewletê.

Gezgîncî ya 26 salî, ku bi giranî birîndar bû, rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Kekê Gezgîncî Celal Onay da xuyakirin ku xwika wê li Servîsa Lezgîn tê ragirtin û ji ber ku bi çeka giran birîndar bû, di emeliyatê de milê wê yê çepê hatiye jêkirin.

Onay got, "4 zarokên xwişka min hene. Yek jê 1.5 salî ye. Em tên qetilkirin." Onay diyar kir ku xwişka wê ji ber ku xwestiye alîkariyê bide zarokekî birîndar bûye ji aliyê hêzên dewletê ve hedef hatiye girtin.

Li aliyê din rewşa tenduristiyê ya Reşît Ozmen (15) û Suleyman Okçû (15) ên di protestoyên li Amedê de birîndar bûn û li heman nexweşxaneyê tên tedawîkirin, baş dibe.