BI DÎMEN

Ji Akademiya Ciwanan a Şengalê dewreya perwerdeyê

Tevgera Ciwanên Şengalê, dewreya destpêkê ya perwerdeyê pêk tîne. Di perwerdeyê de tevî dersên îdeolojîk û dîrokî, yên leşkerî jî tên dayîn. Bi qasî 20 ciwanên Êzidî beşdarî dewreya perwerdeyê dibin.

Tevgera Ciwanên Şengalê, dewreya destpêkê ya perwerdeyê pêk tîne. Di perwerdeyê de tevî dersên îdeolojîk û dîrokî, yên leşkerî jî tên dayîn. Bi qasî 20 ciwanên Êzidî beşdarî dewreya perwerdeyê dibin.

Ji beşdarên perwerdeyê ciwanê bi navê Sîpan Şengal got, "Di çarçoveya perwerdeyê de em hînî rastiya Rêbertî û dîroka artêşa jinê dibin. Di heman demê de ji bo parastina xwe, em ê perwerdeyên çek û leşkerî bibînin. Pêwîstiya herî mezin a gelê Şengalê perwerde û parastin e. Ji ber ku ferman hemû ji ber vê vê rewşê bi serê me de hatin."

Sîpan Şengal da xuyakirin, ku beşdariya li perwerdeyê ji bo wan gelekî girîng e û got, "Gelek tişt guherîn. Em Êzîdîtiya xwe baştir fêm dikin, baştir didin vegotin. Bang li keç û xortên Êzidî dikim; berxwedan jiyan e, werin beşdarî perwerdeyên li Şengalê bibin, YBŞ'ê xurtir bikin û cihê xwe di nava kar de bigirin."

'EM HEWL DIDIN KESAYETÊN LI ŞENGALÊ BIBIN PÊŞENG BIAFIRÎNIN'

Ji rêveberên Akademiya Ciwanan a Şengalê Cemîl Şengal ku di heman demê de hîndekar e anî ziman, ku perwerde gihaştiye astekê û diyar kir ku ew dersên dîrokê di destpêkê de didin û hewl didin bidin fêmkirin. Cemîl Şengal da xuyakirin, ku ew dixwazin kesayetên li Şengalê pêşengiyê bikin biafirînin, ji ber vê yekê di perwerdeyan de heta ji wan tê hewl didin zemînekî nîqaşê ava bikin û got, "Di perwerdeyê de em li ser mijarên axaftin û zimanê axaftinê jî dersan didin û di vî warî de encam jî bi dest dikevin. Di perwerdeyê de ciwanên Şengalê hîn bêhtir bi xwe dihesin. Her çend ferasetên ji ber sîstemê mane car carna dibin asteng jî ciwan bi nîqaşên xwe re vê astengiyê ji holê radikin. Pêşketin hene. Yek ji armancên akademiyên me ew e ku li her cihê ciwanên Êzidî lê ne, rêxistinbûyîn were afirandin."

...