Li Silopiyayê, "qedexeya derketina derve" di roja çaremîn de dewam dike. Gel li hemberî tank û topan, qadan naterikîne. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmek da xuyakirin ku gelê Silopiyayê yê di salên 1990'î de rastî koçberiyeke mezin hat, bi biryar e ku vê carê xaka xwe neterikîne û got, "Gelê li herêmê vê dibêje; 'ev der xaka me ye, cih û warên me ye. Yên ku bi tankan êrîşî me dikin, dagirker in û divê ew vê derê biterikînin'. Lewma bi sed hezaran kes li dijî tankan ji bo rûmetê têdikoşin. Ev tank li gorî hiqûqa dijmin tevdigerin."
Li Silopiyayê, êrîşên leşker û tîmên taybet di roja çaremîn de ne. Li Silopiyayê ku berî çar mehan modela 'xwerêveberiyê' lê hat ragihandin, piştî ku saziyên dewletê yên ser bi hikûmeta AKP'ê hatin redkirin, êrîşan destpê kirin.
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez dorpêçî û êrîşên leşker û polîsan ji ANF'ê re nirxand û anî ziman ku di salên 1990'î de jî tank û top bi vî rengî li navenda bajêr nehatibûn bicihkirin.
DI SALÊN 1990'Î DE LI NAVENDA BAJÊR EWQAS TANK TINEBÛN
Îrmez der barê êrîşên dewleta Tirk de got, "Li Silopiyayê gel her êvarê dadikeve kolanan û bi çalakiya dengderxistinê, dorpêçiyê şermezar dike. Em bi feraseteke welê re rû bi rû ne û dixwaze di dema qedexeya derketina derve de tiştek bi mamosteyan neyê, lê belê Kurd hemû bimirin. Li vê derê, ji bilî mamosteyên alîgirê AKP'ê jiyana kesî ne xema AKP'ê ye. Bi tenê armancek qewimînên li vir heye; ji her kesên li gorî wan nafikire re, mirinê rewa dibînin. Bi rastî jî veguhastina leşkerî û tîmên taybet ên şandine herêmê nîşan dide ku operasyoneke bi vî rengî heye. Dixwazim vê nêrîna xwe jî bilêv bikim; em bi konsepteke şer a ji salên 90'î gelekî xerabtir re rû bi rû ne. Gelo di salên 1990'î de kê dît ku ewqas tank û top ketin nava bajaran? 10 hezar leşker û polîs li bajêr kom kirine û bi tank û topan êrîşî temamiya bajêr dikin. Niha tank û top lê dixin û hildiweşînin."
Îrmez da xuyakirin ku her çend wan êrîşên bi tank û topan ji rayedaran re ragihandine jî ne xema rayedaran e û got, "Di salvegera 67. a Danezana Mafên Mirovan de ku Komara Tirkiyeyê jî mora xwe daniye binî, bombe li ser gelê Cizîr û Silopiyayê tên barandin. Ji bo Komara Tirkiyeyê, dema mijar Kurd be, bi her awayî êrîş û binpêkirina mafên mirovan rewa ye."
NAVÊ VÊ NE ARAMÎ YE, OPERASYONA DAGIRKERIYÊ YE
Îrmez da zanîn ku pêwîstiyên bingehîn ên gel hedef tên girtin û got, "Niha di êrîşa destpêkê ya li Silopiyayê de trafoyên elektrîkê û depoyên avê hedef tên girtin. Ekîbên şaredariyê ji bo tamîrkirina depoya avê ya ji ber bombekirinê xera bû li polîsan geriyan, lê belê bersiva 'em ê bi ti awayî destûrê nedin, hûn nikarin avê bidin bajêr' wergirtin. Mixabin di şerê li dijî Kurdan de dibêjin, 'eger pêwîstî pê hebe em ê we di tarîtiyê de bihêlin, em ê we tî bikin'. Ev îşkence tê kirin. Halbûkî navê vê operasyona ku 'aramî û baweriyê' lê dikin, operasyona dagirkirinê ye. Gelo hûnê bi vî rengî aramî û baweriyê bînin? Zîhniyeta ku hewl dide bi sed hezaran mirovan qir bike û qetil bike, niha li Silopiyayê bi topbaranê hewl dide bi pêş de biçe."
EV RÊBAZ RÊBAZA DAIŞ'Ê YE
Îrmez ragihand ku tîmên taybet ên Tirk ên li Silopiyayê hatine bicihkirin, bi rêbaza DAIŞ'ê êrîş dikin û got, "Li Silopiyayê, ji bo vegotina rewşa ku em lê rast tên gotina 'hêza dagirker' kêm e. Mirov dema li me digerin ji bo rewşa lê rast tên dibêjin, 'hêzên dagirker jî mirovan esîr digirin, lê belê mîna van ewçend bêperwa êrîş nakin'. Vana bi rêbazên DAIŞ'ê, eşqiya û çetetiyê tevdigerin. Çi xerabî hebe dixwazin bînin serê Kurdan."
Parlamenter Îrmez da xuyakirin ku bicihkirina bi deh hezaran leşkerên Silopiyayê re amadekarî ji bo operasyonek li derveyî sînor tê kirin û destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ya li hemberî Kurdan polîtîkaya şer dimeşînin, wê zerarê bibîne.
BERDÊLA WÊ MIRIN JÎ BE WÊ GELÊ SILOPIYAYÊ XAKA XWE NETERIKÎNE
Îrmez got, "Li Silopiyayê bi operasyon û qedexeyên derketina derve re dixwazin gelê me mîna salên 1990'î koçber bikin" û da zanîn ku ên li bendê ne gelê Silopiyayê xaka xwe biterikîne, xwe dixapînin. Îrmez got, "Berdêla xwe mirin jî be vê carê gelê me xwedî li cih û warên xwe derdikeve. Gelê Silopiyayê wê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bide. Silopiya wê bibe Stalîngrad lê belê ew ê xaka xwe neterikîne. Divê desthilatdariya AKP'ê vê bizanibe. Gelê li vir vê dibêje, 'Silopiya cih û warê vî gelî ye. Eger hêzeke hebe divê vê derê biterikîne, ew jî hêza dagirker a êrîşî gel dike ye. Ti kes nikare me ji cih û warên me derxîne'. Nîvê Silopiyayê ji xwe carekê sirgûn bûbû û dûre vegiya bû. Lê belê mirov niha li malên xwe yên ji ber bomberdûmanê xera bûne dimînin û li ber xwe didin."