Însiyatîfa Gelê Geverê banga ‘rawestandina jiyanê’ kir

Însiyatîfa Gelê Geverê li navçeyê banga rojekê rawestandina jiyanê kir.

Însiyatîfa Gelê Geverê li navçeyê banga rojekê rawestandina jiyanê kir.

Însiyatîfa Gelê Geverê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku li dijî polîtîkayên qetlîamê yên ku li hember gelê Kurd ên li dijî şer bê deng nema û xwerêveberî îlankir, jin, ciwan û gelê Kurd her parçeyê welat kiriye eniya berxwedanê.

Însiyatîfê got, “Li Gevera ku bi mehan e berxwedan lê didome, di çarçoveya xwerêveberiyan de li dijî operasyonan gel xwe parastiye. Hêzên dijmin heta îro bi çendan caran êrîş kiriye, 11 mirovên me yên sivîl bi hovîtî qetil kiriye, her wiha bi dehan jî birîndar kiriye” û destnîşan kir ku tevî hemû êrîşan jî gelê Geverê nîşan daye ku bê ka di xwerêveberiyan de çiqasî bi israr , li dijî tevahî êrîş û ‘qedexeyên kolanan’ jî berxwedan û seknek topyekun raber kiriye.

Însiyatîfê da xuyakirin ku wê wê berxwedana li Geverê jî bê navber û bê tawîz bidome, wiha got: “Herî dawî îro jî hêzên dewletê yên qetlîamker li dijî meşek herî mafdar û demokratîk êrîş pêk anîn. Em dixwazin bînin ziman ku êrîşên li hemberî mafê demokratîk ji aliyê însiyatîfa me nayên qebûlkirin.”

 Însiyatîfê wiha domand: “Dîsa ‘sîstema cerdevantî û sîxurtiyê’ ketiye rojevê. Li Colemêrg, Gever, Şemzînan û Çelê ji bo standina cerdevanan, walî û qeymeqamên dûvikên AKP’ê pêşengtiyê dikin. Serlêdanên ji bo cerdevantiyê bê ji ku derê tê girtin, kî serî lê dide, ji aliyê gelê me ve bi awayekî zelal tê zanîn.

Em wek Însiyatîfa Gelê Geverê li dijî tevahî qirkirin, sîxurtî, cerdevantî, qetlîaman bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku rojekê ‘jiyanê rawestînin’, li ser vî esasî divê ciwanên me yên lîseyî yên welatparêz piştgiriyê bidin çalakiya boykotê, esnaf kepengan bigirin û bi qontax girtinan ve em gelê xwe li her qadê dawetî rawestandina jiyanê dikin.”