Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Amedê: Sûr rûmet e, li rûmeta xwe xwedî derkeve/ HAT NÛKİRİN
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand, ji sibehê û şûn de heta dorpêça li ser Sûrê bê rakirin xwest ku jiyan bê sekinandin.
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand, ji sibehê û şûn de heta dorpêça li ser Sûrê bê rakirin xwest ku jiyan bê sekinandin.
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand, ji sibehê û şûn de heta dorpêça li ser Sûrê bê rakirin xwest ku jiyan bê sekinandin.
Daxuyaniya Însiyatîfê wiha ye:
“Faşîzma TC li ser Kurdistanê her cure wehşetê bi awayekî herî bê exlaqî û bi rêbazên derveyî mirovahiyê dimeşîne, her roj van pêkanînên xwe li qadan didomîne. Berxwedana azadiyê ya dîrokî ya gelê wêrek ê Kurdistanê li Gever, Dêrik, Kerboran, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û li dilê Kurdistanê Amed Sûrê, li her derê belav dibe. Roj êdî roja li ser bingehê azadiyê pêşxistin û xwedîderketina xwerêveberiyan e.
Erdnîgariya Kurdistanê ya ku di pêvajoya dawiyê de berxwedana gel lê belav bûye, rastî êrîşa TC ya dagirker ya bi tankan, topan, helîkopteran û balafirên şer tê. Bêyî pîr, jin, zarok guhdar bike, bêyî cudahiyê bixe navbera mîrateyên xweza, dîrok, çandê êrîşî her tiştî, her derê dike. Li dijî vê êrîşê, ciwan, jin, dayik û zarokên egîd ên Kurdistanê li ber xwe didin û li dijî çeteyên dagirker, hov tevahî welatê xwe diparêzin, li ser vî esasî îradeya berxwedana mirovatiyê raber dikin. Li dijî wehşeta dewleta TC ya ku bi tevahî teknîka xwe, derfetên xwe, polîs, leşkerên xwe, Esadullaha xwe, AKP’e û Qesra xwe êrîşî gel dike, tevahî Kurdistan li ber xwe dide.
Gelê me yê fedakar ê berdêla dide, berxwedana xwerêveberî-demokrasiyê ya Kurdistanê bi awayekî dîrokî û civakî bi têkoşîneke ku canê xwe dike xelat, wê dawiyê li çeteyên Qesr, AKP, hov, wehş, faşîst bînin. Roj roja serhildanê, raperînê, li tevahî nirxên mirovahiyê xwedîderketinê, rûmet parastinê, bidestxistina azadiyê ye. Sûr namûs e. Sûr azadî û şeref e, Sûr rûmeta gelê Kurdistanê ye. Em ê bi berxwedanê, têkoşînê bi ser kevin.
Di pêvajoya nû ya gelê egîd ê Kurdistanê de di avakirina jiyana nû de wê berxwedana xwerêveberiyan kevirê esasî be. Li ser vî bingehî divê gelê Amedê ji sibehê û şûn de jiyana asayî rawestîne, hêrsa xwe li qadan biherikîne, her derê veguherîne Sûrê. Sûr raperîn e. Divê li hember vê wehşetê serî bê hildan, agirê azadiyê bê xurtkirin. Her mal, her avahî, her kolan divê bikeve tevgerê û bi pêşxistina bertekên xwe divê tevlî nav çalakiyan bibe. Her kî dikare li ku derê çi bike divê gavê bavêje, qîr bike. Bêyî ku bibêjin şev an jî roj, kolan û cadeyan bi barîqatan bigirin û bibin dengê Sûrê. Pêwîst e dibistan, zanîngeh, kargeh ji her derê deng ji bo Sûrê bilind bibe. Li dijî vê wehşetê, divê tevahî gund, navçe û bajarên Kurdistanê derbasî berxwedanê, çalakiyan û xweparastinê bibin. Ji sibehê û şûn de heta ku dorpêça li ser Sûrê bişkê divê çalakî nesekinin û her der veguhere qada serhildanê.
Eger wê jiyanek hebe divê ew jî azad be. Di şexsê Sûrê de wê bi serketina xwerêveberiyên demokratîk ên li Cizîr û cihên din bibe. Di serî de serhildana wê sibehê pêş bikeve, divê ji bo çalakiyan her kes bibe deng û jiyanê li dijmin bikin zindan. Wê li Kurdistanê mêtingerî têk biçe, azadî bi ser bikeve.”