Însiyatîfa Gelê Amedê: Divê tevahî gelê Amedê bikeve berxwedanê!

Însiyatîfa Gelê Amedê destnîşan kir ku êdî her derê Amedê wek Sûrê qada berxwedanê ye, wiha got: “Ji îşev û şûn de divê tevahî Amed rabe ser piyan. Pêwîst e her qad derbasî çalakiyan bibe.”

Însiyatîfa Gelê Amedê destnîşan kir ku êdî her derê Amedê wek Sûrê qada berxwedanê ye, wiha got: “Ji îşev û şûn de divê tevahî Amed rabe ser piyan. Pêwîst e her qad derbasî çalakiyan bibe. Divê li tevahî taxan axir bên pêxistin, barîqat bên avakirin, xendek bên kolan û derbasî berxwedanê bibin.”

Însiyatîfa Gelê Amedê diyar kir ku li navçeya Sûrê dorpêç di roja 24. de bi tevahî dijwariya didome, ragihand ku li ser gelê ku ji bo Sûrê çalakî li dar xistin bi çekên otomatîk ve gule hatin reşandin û ji gel 2 kes hatin şehîdxistin. Însiyatîfê wiha got: “Em nikarin bibin temaşevanê vê hovîtiyê. Eger em bi awayekî topyekun ranebin ser piyan, wê kuştina me qetilkirina me bidomînin.”

ÊDÎ HER DERÊ AMEDÊ QADA BERXWEDANÊ YE

Di daxuyaniyê hat gotin ku “Êdî her derê Amedê wek Sûrê qada berxwedanê ye” û wiha berdewam kir:

“Divê tevahî kolan, tevahî tax bi barîqat, xendekan ve bên parastin. Êdî însiyatîfa tevahî ciwanên Kurd hene. Êdî divê her kes rahêle çekên xwe û li her derê bikevin berxwedanê. Yên çekên wan hebin bi çekan, yên tinebin bi keviran bi daran bikevin berxwedanê. Êdî Şerê Gelê Şoreşgerî destpê kiriye. Li dijî vê dewleta ku êdî nema li hember bertekek herî biçûk a demokratîk jî tehamul dike, em berxwedana çekdarî ya topyekun didin destpêkirin. Êdî divê her kes bi her cure çekan ve li dijî hêzên dewletê êrîşan pêk bîne. Her kes bi parastina mala xwe, kolan û taxa xwe ve berpirs e.

DIVÊ HER DER DERBASÎ BERXWEDANÊ BIBE

Ji îşev û şûn de divê tevahî Amed rabe ser piyan. Pêwîst e her qad derbasî çalakiyan bibe. Divê li tevahî taxan axir bên pêxistin, barîqat bên avakirin, xendek bên kolan û derbasî berxwedanê bibin. Barîqat divê teqez bi çekan bên parastin. Kesên ku çekan wan li mala wan heyî, divê îşev derxin. Wê rojek din tinebe. Yên çekên wan tineye jî divê çekan bibînin û tevlî vê berxwedanê bibin. Êdî wê ti leşker, polîs li kolanên Amedê bi rehetî negere. Roj roja berxwedan û serketinê ye. Em ê li dijî vê faşîzmê mil bi mil bi berxwedanê ve bi ser bikevin.”