Însiyatîfa Gel a Mêrdînê: Em li Kerboranê xwedî derkevin

Însiyatîfa Gel a Mêrdînê diyar kir ku faşîzma AKP’ê li Kerborana ku ev 14 roj in êrîş dikê dike qetlîaman pêk bîne, bang kir ku yên derfetên wan hebin ber bi navçeyê ve bikevin meşê.

Însiyatîfa Gel a Mêrdînê têkîldarî hewldanên qetlîamê yên dewleta Tirk ên li ser Kerboranê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta mêtinger a AKP’ê bi rojan e bi awayekî hovane êrîşî gelê me yê Mêrdînê yê welatparêz dike. Êrîşên 15 rojan ên li ser Kerboranê ji îro û şûn de gihiştîye xeteriya qetlîamek cidî. Li dijî vê, tevahî gelê me yê xwedî derfet divê biherike Kerboranê û ji bo karibe ji cihê xwe mêtingeriyê dûr bixe jî çi ji destê wan tê divê bikin.”