Însiyatîfa Gel a Amedê: Heta dorpêç rabe em di çalakiya bêdem de ne

Însiyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku 22’ê Kanûnê divê jiyan li Amedê bê rawestandin, wiha got: “Heta dorpêça li ser Kurdistanê ranebe wê çalakiyên me bêdem berdewam bike.”

Însiyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku 22’ê Kanûnê divê jiyan li Amedê bê rawestandin, wiha got: “Pêwîst e xwendekar neçin dibistanan, karker û memûr neçin kar. Heta dorpêça li ser Kurdistanê ranebe wê çalakiyên me bêdem berdewam bike.”

Însiyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku divê 22’ê Kanûnê jiyan li Amedê bê rawestandin. Însiyatîfê destnîşan kir ku divê xwendekar neçin dibistanan, karker û memûr neçin kar, ragihand ku heta dorpêça li ser Kurdistanê ranebe wê çalakiyên bêdem berdewam bikin. 

Însiyatîfa Gel a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand, bi bîr xist ku têkoşîna azadiyê ya ku gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ev 40 sal in bi berdêlên mezin meşandiye bi xwerêveberiyan ve gihiştiye qonaxek nû.

Însiyatîfê da xuyakirin ku Rojhilata Navîn ji nû ve şekil digire, hêzên netew dewlet ên statukoparêz faşîst ji bo xwe wek xeteriya herî mezin Kurdan dibînin, wiha berdewam kir: “Li Rojhilata Navîn ti hêz tehamulî Kurdan nake. Ji ber vê jî Ji Şengalê heta Kobanê, ji Amedê heta Botanê, li her derê çeteyên faşîst êrîşî Kurdan dikin. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne, îro xwedî rêberek û tevgerek azadiyê ya bi rêxistinbûyina xwe xîtabî mîlyonan dike ne. Kurd bi berxwedana xwe xwedî wê hêza herî mezin a ku dikare şekil bide Rojhilata Navîn in.”

Însyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku êrîşên faşîst ên dewleta Tirk li hember gelê Kurd didome. Însyatîfa Gel a Amedê wiha got: “ Li hember berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me, li gel çeteyên faşîst, artêş jî xistin dewreyê û pêla êrîşan veguherandin rewşeke nû. Li hember konsepta êrîşên a topyekûn em jî wek gel, bi topyekûn li ber xwe bidin. Eger em li ber xwe nedin em bi ser nakevin, tenê em dikarin bi berxwedanê ve biserkevin.

Qedexeya kolanan a li navçeya Sûr a Amedê di roja 20. de didome. Disa jî li Nisêbîn, Cizîr û Silopiyayê ev hefteyek e bi tank, top û hemû hêza xwe êrîşan dibin ser gelê me. Malan dişewitînin, nebêjin zarok û jin, gelê me qetil dikin. Li hember operasyonên bi hezaran leşkerên Tirk, em jî bi milyonan rabin berxwedanê.

Di 22.12.2015’an roja Sêşemê de divê li Amed jiyan raweste. Xwendekar neçin dibistanan, karker û memûr jî neçin ser kar. Esnaf kepengan daxe, ajokar divê qontaxan bigire. Heta dorpêça li ser Kurdistanê ranebe wê çalakiyên me bêdem berdewam bike. Roja Sêşemê li Amedê di pêşengtiya gel, ciwan û jinan de bi ruhê serhildanê derkevin kolanan. Her devera Amedê divê wek Sûrê li ber xwe bide. Hemû rê werin girtin. Em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li her qadê li derdora agirê berxwedanê li pişt barîqatan berxwedanê bilind bikin. Pêwîst e Amed bi pêşengiya xwe tevahî Kurdistanê rake serhildanê.”