IHD û MHD’ê serî li Konseya Ewropa dan: Werin Kurdistanê
IHD û MHD’ê serî li Konseya Ewropa dan, xwestin ku heyetek were Kurdistanê û di cih de çavdêrî û karên raporê bikin.
IHD û MHD’ê serî li Konseya Ewropa dan, xwestin ku heyetek were Kurdistanê û di cih de çavdêrî û karên raporê bikin.
Şaxên Amedê yên Komaleya Mafên Mirovan (IHD) û Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) têkîldarî binpêkirina mafên mirovan ên li bajarên Kurdistanê serî li Konseya Ewropa û saziyên sivîl ên derveyî hikûmetê dan.
Endamê Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD’ê Parêzer Mûhterem Suren di civîna têkîldarî mijarê hat lidarxistin de axivî, anî ziman ku ji ber pêkanînên rêveberiya awarte yên di bin navê ‘qedexeyên kolanan’ de gelê li van herêmana rastî şîdetê tên û bi zorê ji aliyê dewletê tên koçberkirin. Suren got bi xwe çend caran bûne şahid ku hêzên dewletê ji wesayîtên zirxî anosên malên xwe vala bikin li welatiyan kirine.
‘LI HEMBER SÛCÊN ŞER BÊDENG TÊ MAYÎN’
Suren diyar kir ku rayedarên hikûmetê, guhê xwe li gotinên rêxistinên civaka sivîl û parêzerên mafan ên li herêmê girtine, wiha dom kir: “Ji bo milekî din ê xemginiyê jî bêdengbûna cîhanê ya li hember van bûyerana ye. Civaka navneteweyî jî li hember sûcên şer ên li Kurdistanê pêk tên bê bertek dimîne.”
Suren got hikûmet şerê ku di bin navê ‘Plana Mastir de dimeşîne şer pir milî kûr dike, hewl dide sûcê li Kurdistanê pêk aniye binuxumîne, destnîşan kir ku wê nehêlin vî sûcê mirovahiyê pak nîşan bidin.
‘DIVÊ DMME BERPIRSIYARIYÊ BIGIRE’
Hevserokê MHD’ê Serhat Eren jî destnîşan kir ku tevahî mafên mirovan ên ji aliyê Makezagonê û Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropa hatine garantîkirin tên binpêkirin.
Eren di vê mijarê de banga berpirsiyariyê li DMME kir.
Ji rêveberên MHD’ê Zeynep Işik jî biyara Dadgeha Makezagonê ya têkîldarî serlêdana ji bo birîndarên li jêrzemîna li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ji aliyê dewletê ji mirinê re hatine hiştin bi bîr xist, destnîşan kir ku Dadgeha Makezagonê bi vê biryara xwe ve bê çawa wek Têkoşîna bi Terorê (TEM) re dixebite nîşan dide.
DAWETÎ KURDISTANÊ KIRIN
Di metnê serlêdanê yê ji Konseya Ewropa re daxwaza heyetek ji aliyê Konseyê bê wezîfedarkirin û di cih de çavdêrî û xebatên raporkirinê bimeşîne hat kirin.