ÎHD'ê got, 'Bi vî awayî berdewam nake' û dewleta Tirk hişyar kir

Şaxê ÎHD’ê yê Amedê diyar kir, ku di êrîşên dewleta Tirk ên 5 mehên dawî de 170 kes hatine qetilkirin. Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Bîlîcî banga bang li dewletê kir, ku êrîşan bisekinîne, tecrîda li ser Ocalan rake û dawî li operasyonan bîne

Şaxê ÎHD’ê yê Amedê diyar kir, ku di êrîşên dewleta Tirk ên 5 mehên dawî de 170 kes hatine qetilkirin. Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Bîlîcî banga  bang li dewletê kir, ku êrîşan bisekinîne, tecrîda li ser Ocalan rake û dawî li operasyonan bîne

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê der barê qedexeya derketina derve ya ku di 16'ê Tebaxa 2015'an de destpê kir û hê jî li Sûr, Silopiya û Cizîrê berdewam dike û binpêkirina mafê jiyanê û mafê mirovan ên di nav vê demê de hatine jiyin, raporek amade kir. Rapor, bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re hate parvekirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, binpêkirinên mafan yek bi yek rêz kirin.

LI 7 BAJARAN 170 WELATÎ HATIN QETILKIRIN

Bîlîci da zanîn ku heya niha di qedexeyên derketina kolanê ya li 19 navçeyên 7 bajarên Kurdistanê hatiye îlankirin de, 170 welatî jiyana xwe ji dest dane û 145 kes jî birîndar bûye. Bîlîcî destnîşan kir ku tenê li Amedê 10 ji wan zarok, 3 ji wan jin 37 welatî hatine qetilkirin û 47 welatî jî birîndar bûne. Bîlîcî anî ziman ku şerê li Kurdistanê her ku diçe fikaran zêde dike û li Kurdistanê binpêkirina mafê jiyanê didome. 

'ÎNFAZÊN BÊ DARAZ TÊ KIRIN'

Bîlîcî bilêvkir ku êdî li Kurdistanê hiqûqek cûda di meriyetê de ye û wiha berdewam kir: "Li hemberî deskeftiyên Kurdan polîtîkayên îmhayê tê meşandin. Li cihên ku xwepêşandanên civakî hene, înfazên bê daraz tê kirin. Ev pêvajo wisa nameşe."

'MIROVAHÎ DI BIN DORPÊÇÊ DE YE'

Bîlîcî destnîşan kir ku rewş gihiştiye wê merhelê ku êdî ne bajar, mirovahî di bin dorpêçê de ye û banga "çalakiya lezgîn" ku berê li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kiribû dubare kir. 
Bîlîcî der barê cenazeyên Îsa Oran û Mesut Sevîptek ên ku 23 roj in li Sûrê têne rawestandin jî agahiyên girîng dan. Bîlîcî da zanîn ku duh dema wekî heyet çûne ku cenazeyan wergirin, rayedarên dewletê ji wan re gotiye "Destpêkê muhîmmatên li ser cenazeyan ji me re bînin."

'LI NISÊBÎNÊ QEDEXE FÎÎLÎ DIDOME'

Bîlîcî balê kişand ser rewşa Nisêbînê jî û got tevî ku qedexeya derketina kolanê tune ye jî, qedexe bi awayek fîîlî berdewam dike û got "Jiyana şêniyên navçeyê di bin xeterê de ye."
Bîlîcî bang li dewletê kir ku dest ji êrîşên tevkujiyê berde û wiha pê de çû "Bila tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin. Bila vegerin ser maseya muzakereyê."

'DMME'YÊ KU TEDBÎR NEGIRT, ŞÎRIKÊ SÛCAN E'

Bîlîcî biryara DMME'yê ya der barê qedexeya derketina kolanê de jî rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji wendahiyên can ji vê pê ve DMME jî berpirsyar e."