Hunermendên komeleyên hatin girtin: Huner êdî li kolanan e!

Hunermendan nerazîbûn nîşanî girtina Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê dan û dan xuyakirin, ku huner wê êdî li kolanan were kirin.

Nerazîbûna li girtina Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê zêde dibe, ku ev komele 13 sal in li navçeya Sûr a Amedê dixebite. Bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li Salona Şano ya Navenda Çandê û Ciwanan a Cegerxwîn civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Xebatkar û şagirtên Dîcle Firatê, şagirtên Navenda Çandê û Ciwanan a Cegerxwîn, hunermend Bulent Tûran û gelek xebatkarên çand û hunerê beşdarî civînê bûn.

Li ser navê NÇM'ê Ferhat Tûtşî axivî û diyar kir, êdî tehemûl li dengekî mûxalîf nîne û êrîşa ji bo tinekirina mûxalîfan rewa bûye. 

Tûtşî got, "Weke hunermendên gelê Kurd, em ê li ber qirkirina çandî, siyasî û fîzîkî ti carî serî netewînin" û bibîr xist ku saziyên wan di salên 90'î de gelek caran hatin girtin.

Tûtşî got, "Divê AKP xanibe, cihê ku mohr lê xistiye, tenê avahî ye. Ya ku van avahiyan zindî dike, ruhê me yê têkoşînê ye. Wê nikaribin mohr li vî ruhî bixin. Êdî ev ruhê me wê li hemû kolan û taxan be. Ji niha û pê ve ev ruh wê roj bi roj mezin bibe. Çawa ku Halîl Dag, Hêvî, Sarya, Îslam û Ferîde afirand, wê hunera avaker a kolektîf a serdema me jî bafirîne. Em careke din soz didin gelê xwe û hevrêyên xwe yên di vê rêya pîroz de şehîd bûne, ku em ê vî ruhî mezin bikin."

Piştî daxuyaniyê dirûşmên "Bimire faşîzm", "Berxwedan jiyane" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat qîrîn.

Li dû daxuyaniyê, girseya gel ji derket hewşa Navenda Çandê ya Cegerxwîn û dest bi karê xwe yê ewilî yê li kolanan kir. Koma Govendê li hewşê dest bi karê xwe kir û mesaja "êdî huner li kolanan e" da.