HSD'ê 5 gund û 2 gundik azad kir
Di pêngava HSD'ê ya azadkirina başûrê Kobanê de gelek gund ji çeteyan hatin paqijkirin. Pêngav bi awayekî serketî dewam dike.
Di pêngava HSD'ê ya azadkirina başûrê Kobanê de gelek gund ji çeteyan hatin paqijkirin. Pêngav bi awayekî serketî dewam dike.
Di pêngava HSD'ê ya azadkirina başûrê Kobanê de gelek gund ji çeteyan hatin paqijkirin. Pêngav bi awayekî serketî dewam dike. Ji Fermandariya Navendî ya HSD'ê Fîdan Zinar da xuyakirin, ku heta niha 5 gund û 2 gundik hatine azadkirin. Zinar da zanîn ku li van deran gelek çete hatine kuştin û hejmarek ji alavên leşkerî hatine desteserkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku pêngava ‘Paqijkirina gundewarên başûrê Kobanê ya ji çeteyan’ duh dabû destpêkirin, piştî duh rizgarkirina gundê Seharic Cibal, bi rizgarkirina gelek gundan pêşveçûnê berdewam dike. Şervanên HSD’ê yên ji Ereb, Kurd û Suryaniyan pêk tên, li ser daxwaza gel dest bi pêngavê kirin.
Rizgarkirina gundan ji hêla welatiyên Ereb û Kurd ve bi kêfxweşî tê pêşwazî kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê tevî ku li erdê derdora gundan mayînan çandine jî hêzên HSD’ê bi awayekî kontrolî pêş dikevin, hat zanîn ku di derengê şevê de di encama şer de gelek kuştî û birîndarên çeteyan hene.
Ji Fermandariya Navendî ya HSD’ê ku endama YPJ’ê Fîdan Zinar diyar kir ku bi destpêkirina pêngavê re ew ji du milan ve ber bi gundên başûrê Kobanê ve pêşve diçin û bi serketî dewam dike. Zinar da zanîn ku duh piştî rizgarkirina gundê Seharic Cibal, gundên Sahric El Cebad, Ebeydat, Miruha, El Mensiya û 2 mezrayên girêdayên wan jî hatin rizgarkirin. Zinar, destnîşan kir ku di van gundan de piranî ereb û kurd hene.
Zinar, derb barê windahiyên çeteyan û ketina dest a cebilxaneyên wan de jî agahî da û anî ziman ku heta niha 10 kuştiyên çeteyan, 2 doçkayên li ser wesayîtan, gelek mermî û amûrên leşkerî ketine destê hêza HSD’ê. Zinar diyar kir ku çeteyan eraziya derdora gundan bi piranî mayinan çandine û hêza wan jî bi pisporên mayînan bi awayek qontrol pêş dikevin.
Zinar der barê lêdana balafirên şer ên Hêzên Koalisyonê de jî diyar kir ku ew wek e hêzên HSD’ê bi awayek koordîne dixebitin, balafir jî gelek nuqteyan bombebaran kirine.