HSD’ê 5 gund û 16 gundik rizgar kir

Pêngava HSD’ê ya ji bo azadkirina başûrê Kobanê didome. Di çarçoveya pêngavê de 5 gund û 16 gundik hatin rizgarkirin.

Pêngava HSD’ê ya ji bo azadkirina başûrê Kobanê didome. Di çarçoveya pêngavê de 5 gund û 16 gundik hatin rizgarkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji duh danê êvarî ve di çarçoveya pêngava paqijkirina gundên li başûrê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê, 5 gund û 16 gundik rizgar kir.

Di operasyonên rizgarkirinê de pevçûnên dijwar qewimîn. Hate ragihandin ku doçkayek, xelaka wê ya 100 guleyî û qutiya wê ya guleyan, 1 BKC û gelek guleyên wê, 4 çente B7 ve 15 roketên wê, gelek malzemeyên elektronîk û 15 meytên çeteyên DAIŞ’ê ketin destê şervanên HSD’ê.

Çeteyên DAIŞ’ê li van gundên ku Ereb û Kurd lê dijîn de sivîlan wek mertal bikar tînin, şervanên HSD’ê jî ji bo zerar negihêje gel, bi awayekî bi kontrol bi pêş ve diçe.

Her wiha, hat diyarkirin ku dema wesayîtek bombebarkirî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ber bi şervanên HSD’ê hat şandin, şervanan berî bigihêje wan bi gulebaranê ve teqandin.