HPG: Li Dersîmê 3 leşker hatin kuştin
Gerîlayan li hember konvoya wesayîtên erzaqê ya ji bo qereqola Amudka ya girêdayî navçeya Xozat a Dersîmê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de 3 wesayît hatin hedefkirin û li vir 3 leşker hatin kuştin.
Gerîlayan li hember konvoya wesayîtên erzaqê ya ji bo qereqola Amudka ya girêdayî navçeya Xozat a Dersîmê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de 3 wesayît hatin hedefkirin û li vir 3 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî da.
HPG’ê ev agahî parve kirin:
“19’ê Tîrmehê saet di 16:20’an de gerîlayên me li hember konvoyeke erzaq û leşkeran ku ji bo qereqola Amûdka ya girêdayî navçeya Xozat a Dersimê diçû çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de ji 2 baskan ve çalakî hate kirin û 3 wesayît hatin hedefkirin. Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê 2 helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe rakirin. Ev çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Cîlo ve ji bo bîranîna gerîlayên ku di demên dawî de şehîd ketine hate lidarxistin.
AMED
Artêşa Tirk li herêma Şehîd Baran a girêdayî navçeya Farqîn a Amedê operasyonek li dar xist. 14’ê Tîrmehê yekîneyeke gerîlayên me bi leşkerên beşdarî operasyonê bûne re şer kirine, di vî şerî de 3 hevriyên me gihiştin yekîneyên xwe û 1 hevriyê me jî di vî şerî de şehîd ketiye.
BEDLÎS
20’ê Tîrmehê (îro) saet 05:00’an gerîlayên me li hember qereqola Qenexder a girêdayî Bedlîsê çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiya li hember komeke leşkeran de, gelek leşker hatin kuştin û birîndarkirin, lê jimara wan nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi tankan derdora qereqolê bombe kirin.
COLEMÊRG
19’ê Tîrmehê saet 11:30’an gerîlayên me li hember qereqola Dûrê a girêdayî Şemzînanê ya Colemêrgê çalakiyeke sekvaniyê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê derdora xwe bi obus û hewanan bombe kir.”
LI SER HERÊMÊN GERÎLAYAN TEVERA HEWAYÎ Û PÊGERÊN KEŞFÊ
HPG’ê têkildarî tevgerên hewayî jî ev agahî da: “18’ê Tîrmehê saet 23:00’ê şevê pêgerên keşfê yên bêmirov li ser herêma Xakûrkê tevgeriyan. Ev tevgera hewayî heta 19’ê Tîrmehê saet 19:30’ê şevê dewam kiriye.
19’ê Tîrmehê saet di navbera 18:30- 19:00’an de balafirên şer herêma Zerzan bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de di bejahiyê de şewat derket. Nûçeyên medyaya Tirk a ku dibêjin di encama bombekirinê de gerîlayên wan şehîd ketine hemû bêbingeh û derew in.
19’ê Tîrmehê di saetên şevê de pêgerên keşfê yên bêmirov li ser herêmên Gabar a girêdayî Şirnex a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser herêmên Qendîl, Garê û Avaşîn re jî tevgerên zêde pêk anîne.”
NASNAMEYA GERÎLAYÊ JIYANA XWE JI DEST DAYE
Nasnameya gerîlayê ku li Amedê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:
Nasnav: Serhildan Şiwan
Nav û Paşnav: Mûhîttîn Yuksek
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Hediye- Abdullah
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/14’ê Tîrmehê