HPG: Li Bestayê 18 leşker hatin kuştin

HPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk bi hezaran leşkerî li Bestayê operasyonek meşand û diyar kir, di şer de 18 leşker hatin kuştin. HPG'ê ragihand, di vî şerî de 7 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, encamên operasyona li Bestayê ragihand:

"Artêşa Tirk di navbera 3-12'ê Mijdarê de li herêma Besta ya Şirnexê operasyoneke berfireh meşand. Operasyon ji aliyê bi hezaran leşkerên ji Şirex û Sêrtê hatin anîn ve, hat meşandin. Li aliyê Şirnexê, qereqolên Navyana Şêxa, Çelê Nimêja, gundê Melê, Sêgirkê, Guzakurkê û Tabûra Bestê derketin qadên Şehrîban Çemaloka, Biluzer, Besta Hincê, Çiyayê Fila, Tepê Firinê, Tepê Mewişkê, Çala, Çemkê Telo û Pîro. Li aliyê Sêrtê jî leşker derketin qadên Osyan, Omyanis, Tepê Tenurê, Girê Gêsil, Girê Sor Akir, Xinzur, Zorava Çexçeko, Mêrgumarê, Serê Orman, Kanî Cinetê û quntarên Herekolê.

Bi pêşengiya hevalê Amed Şaho, bi şiyara "Em ê nehêlin dagirker bikevin Bestayê, heta ku dijmin pê li cenazeyên me neke, wê nikaribe bikeve Bestayê" şerekî mezin ê bexwedanê hat destpêkirin û qadên Çemaloka û Girê Xanê veguherîn keleha berxwedanê. roja 3'ê Mijdarê danê nîvro saet di 12:30 de hêzên me li komek leşkeran dan û çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Bi qasî ku bi çavan hat dîtin, di van çalakiyan de 2 leşker mirin.

Li derdora girê Xanê, ku bomberdûmaneke giran jî lê hat kirin, bi derbên xurt 4 leşkerên din hatin kuştin. Bi derbên xweş bersiv li êrîşên li quntara Girê Xanê hate dayîn û 2 leşkerên din hatin kuştin. Berxwedana li vê derê heta danê êvarê dewam kir. Artêşa TC a nekarî li vê derê tiştekî bi dest bixe, neçar ma xwe vekişîne. Li vê qada şer 2 balafirên keşfê timî digeriyan.

Roja 4'ê Mijdarê, gerîlayên me dor li komek ji leşkeran girtin û derbên xweş li wan dan. Li vir çawişekî pispor hate kuştin, kontrayek jî birîndar bû.

5'ê Mijdarê, li dijî komên leşkeran ên li qada Mêrgumarê tevdigeriyan, ji gelek baskan ve çalakî hatin lidarxistin. Şerê li vir heta danê êvarê dewam kir. Qada şer bi topên hawanê û helîkopterên Kobra hat bombekirin. Li Tepê Firinê jî di encama çalakiyeke sûîqestê de leşkerek hat kuştin. Leşkeran xwestin danê êvarê derkevin ser girê Şehîd Şoreş. Li vê derê di navbera gerîlayên me û leşkeran de şer derket û di encamê de leşkerek hat kuştin. Di şerê li gelemperiya vê qadê de gelek leşker hatin kuştin, lê hejmar nehat zelalkirin.

Roja 6'ê Mijdarê, bi çalakiyeke sabotajê li leşkerên li dora Tepê Tenurê hat xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

7'ê Mijdarê piştî nîvro, li dijî eşkerên li quntara Tepê Firinê ji 2 baskan ve çalakî pêk hat. Ji nêz ve derb li leşkeran hat xistin û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, kontrayek jî hat girtin. Piştî çalakiyê gelek leşker ji qadê reviyan.

8'ê Mijdarê li qada Xirbikê Bestê, li leşkeran hat xistin û leşkerek hat kuştin.

9'ê Mijdarê saet di 17:20 de gerîlayên me li dijî leşkerên li Girê Sor çalakiyek pêk anîn, di encamê de leşkerek hat kuştin.

10'ê Mijdarê saet di 09:05 de, dema leşker li hev civiyabûn çalakiyek hat lidarxistin û 2 leşker hatin kuştin.

Bi vê operasyona ku ji aliyê bi hezaran leşkerî ve hat meşandin, hewl hat dayîn li gelek herêman derbên giran li hêzên me bixin, lê operasyon bi rengekî binketî qediya. Artêşa Tirk ji ber vê binketina xwe, malên gundiyên Xirbikê Bestê, Tuşimiya û Newala Goxa şewitand û hin jê jî bi teqemeniyan teqand. Leşkeran 3 motor, 1 traktor û wesayîteke randrover ên gundiyan rûxandin û 20 hesp kuştin.

Yekîneyên dagirker ên TC ku hin gund vala kirin, li qadên Pîro, Şehîd Rodî û Besta Hincê zomên Koçeran şewitandin û heywanên wan kuştin.

Yekîneyên dagirker di dema operasyonê de hewl dan bi teknîkê êrîş bikin û encamê bigirin. Ji yekîneyên dagirker 18 leşker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

Di van şer û çalakiyan de hevalê me Amed Şaho jî di nav de 7 gerîlayê me bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Nasnameyên gerîlayên me yên şehîd bûne, wê piştre werin eşkerekirin."

COLEMÊRG-DERSÎM-AMED

Di dewama daxuyaniyê de li ser şerê li herêmên din, ev agahî hatin dayîn:

"12'ê Mijdarê saet di 11:30 de, li dijî qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke sûîqestê hat kirin, di encamê de leşkerek hat kuştin.

12'ê Mijdarê, artêşa TC li gundên Pirêjman, Eledag, Tunegrat û Arsek ên navçeya Pîran a Amedê derketina derve qedexe kir. Heman rojê saet di 08:00 de yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk ket herêma Harftanînê. Hêzên me dor li vê yekîneya veşartî girtin û saet di 10:30 de lê dan. Di encamê de 3 leşker hatin ukştin. Piştî çalakiyê operasyon qediya. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Îsa Madûr (Îsa Aras) û hevalên me yên pê re şehîd bûn, hatiye lidarxistin.

7'ê Mijdarê saet di 16:30 de, balafirên şer ên artêşa TC bombe li qada Avgasor a Dersîmê barandin. Piştî bomberdûmanê qereqolên li derdorê jî obus û hawan avêtin qadê. Saet di 18:30 de helîkopterên Kobra li qadê xistin. Danê êvarê saet di 21:00 de artêşa TC bi qasî 30.00 leşker danî qadên Tuluk, şakir, Rengul, Kinzir, Ortadag, Ballimezra, Anabar, keleha Seyîd Riza û girê Guvenlîk. Di 8'ê Mijdarê de di navbera yekîneyên operasyonê û gerîlayên me de şer derket. Piştî şer helîkopterên bi tîpa Kobra careke din li qadê dan. Roja 9'ê Mijdarê saet di 21:00 de hêzên operasyonê xwe vekişandin. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirin nehat zelakirin. Di şer de 14 hevalên me şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd wê piştre bên eşkerekirin."