HPG: Di çalakiya li Sumbulê de 10 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li herêma Sumbulê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 3 çeperên leşkeran hatin îmhakirin û 10 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 27'ê Gulanê saet di 06:45'an de hêzên me yên gerîla li quntarê Orê yê li herêma Sumbul a di navbera herêma Zagrosê û navçeya Colemêrg Geverê de, li dijî leşkerên artêşa TC çalakiyek lidar xistin. Ev çalakî ji du baskan ve pêk hat. Baskê yekemîn ji cihekî nêz bi çekên ferdî derbên xurt lê da. Baskê duyemîn jî bi çekên sûîqestê li çeperan dan. Di encama vê çalakiyê de 3 çeper hatin rûxandin û 10 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Heta derengiya şevê artêşa TC nikarîbû mirî û birîndarên xwe ji herêmê rake. Piştre bi ambûlansan leşkerên mirî û birîndar ji herêmê hatin rakirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêmê.

Roja 27'ê Gulanê saet di 09:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî qereqola Şkêr a li navçeya Colemêrg Çelê bi çekên giran û ferdî çalakî pêk anîn. Hejmara leşkerî mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolê bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.

27'ê Gulanê saet di navbera 13:30-14:30 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li Girê Ortê yê li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi kesî nehat.

27'ê Gulanê saet di 18:00 de qereqola Korxê ya li navçeya Amed Licê, gule li wesayîteke sivîl a di rê de derbas dibû reşand. Ji ber vê gulereşandinê 3 kesên di wesayîtê de birîndar bûn."