HPG: Balafirên şer ên TC gund bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirk gelek gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a di şerê qirêj û nemerdî de pispor bûye û sînoran nas nake, li gelek gundên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman pêk anî û hewl dide encaman bigire.

HPG’ê wiha dewam kir: “Di van êrîşên ti encaman bi dest naxe de jiyanegehên sivîlan dike hedef, îdîa dike ku nuqteyên aîdî hêzên me daye û propaganda dike.”

HPG’ê di daxuyaniyê de têkîldarî bomberdûmanan ev agahî parve kir: 

“3’ê Sibatê saet di navbera 23.00 û 4’ê Sibatê 04.00’an de balafirên şer ên Tirk bejahiya gundên Zergelê, Boklîskan, Lewcê, Kortek, Deraşa û Qalatûka yên girêdayî herêma Qendîl a ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. Di encama bomberdûmanan de di malên li gund de xisarên madî çêbûne.

4’ê Sibatê saet di navbera 09.30-11.00’an de balafirên şer qada Çiyayê Spî bomberdûman kiriye. Ev qada hatiye bomberdûmankirin derdora gundê Zinava, nahyeya Mangeşke ya girêdayî navçeya Zavîte ye.

3’ê Sibatê saet di navbera 22.00-00.00’an de balafirên şer ên TC qûntarê girê Şehîd Firat û gundê Navçella yê li mintiqa Stûnê ya li herêma Avaşînê bomberdûman kir.

LI HEMBER QADÊN GERÎLA ÊRÎŞÊN HEWAN, OBUS Û TANKAN

HPG’ê destnîşan kir ku li hember qadên gerîla êrîşên bi obus, hewan û tankan jî pêk tên, wiha dom kir: “3’ê Sibatê saet di navbera 11.00-16.00’an de qereqola Rûbarok a li xeta sînorê herêma Avaşîn; qûntarên Tepê Xwedê û Tendûro, saet 22.00-23.00’an qereqola girê Sîvrî; qada Tepê Sor bi obus, hewan û tankan bomberdûman kir.

3’ê Sibatê saet di navbera 12.30-13.00’an de qereqola Tepê Sor a li xeta sînorê herêma Metîna; girên Şehîd Şoreş, Şehîd Mazlûm û Hakkarî da ber obus û hewanan.”

KEŞFKIRIN DIDOME

HPG’e di daxuyaniyê de wiha ragihand: 

“3’ê Sibatê saet 13.30-16.30’an li ser qada Gundê Filleha ya girêdayî herêma Zapê, saet 14.30-23.00’an li ser herêma Qendîlê, 3-4’ê Sibatê saet 19.30-09.00’an li ser herêma Avaşîn, saet 16.30-03.00’an li ser herêma Garê, saet 10.00-09.00’an li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.

3’ê Sibatê saet 10.00-11.00’an li ser herêma Heftanînê, saet 13.00-14.00’an û di navbera 23.00 û 4’ê Sibatê 04.00’an de li ser herêma Xakûrkê, 3’ê Sibatê saet 11.00-12.00’an û di navbera 19.00 û 4’ê Sibatê 03.30’an de li ser herêma Zapê, 3’ê Sibatê saet di navbera 22.00 û 4’ê Sibatê 04.00’an de li ser herêma Avaşînê, 4’ê Sibatê saet 02.00-02.30’an li ser herêmên Garê û Metîn tevgerê balafirên şer çêbûn.”