Hovîtiya dewleta Tirk: TOMA'yê pê li serê kesekî kir û ew qetil kir

Li Geverê, wesayîta TOMA ya polîsên Tirk pê li serê welatiyekî 45-50 salî kir û ew qetil kir. Bi hezaran kesî xwestin cenaze rakin. Lê belê vê carê ji maşîna zirxî gule li gel hat reşandin. Li navçeyê şerekî dijwar diqewime.

Li kolana Eczaneler a navçeya Colemêrg Geverê, wesayîta polîsan li welatiyekî 45-50 salî qelibî. TOMA pê li serê vî welatî kir û ew qetil kir. Li ser vê yekê bi hezaran kes li Kolana Eczaneler li hev civiyan.

Vê carê jî ji maşîna zirxî ya bi tîpa Kobra a polîsên tîmên taybet ên Tirk gule li bi hezaran mirovan hat reşandin. Girseya gel bi keviran hewl da xwe ji hêzên dewletê biparêzin. Ji ber vê înfazê, Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) daket nava navçeyê û li hemberî tîmên taybet dest bi şerekî dijwar kirin.

Hat ragihandin ku şer li gelemperiya navçeyê belav bûye û cenazeyê kesê hatiye qetilkirin, hînê li naverastê ye.