Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîa bi temamî bêbingeh in
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Peşewa Hewramî, îdîayên ku dibêjin piştgirî dane partiyên Kurdistanî yên li Rojhilat, red kir.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Peşewa Hewramî, îdîayên ku dibêjin piştgirî dane partiyên Kurdistanî yên li Rojhilat, red kir.
Berdevkê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî, daxuyaniyek weşand û bersiva îdîayên ku dibêjin ‘Ji bo tevlîbûna nav şerê li Îranê herêm alîkariyê daye partiyên Rojhilatê Kurdistanê’ da.
Pêşewa Hewramî got: “Ew raportên ku li ser rola Herêma Kurdistanê û tohmetên ku dibêjin em beşek ji planek çekdarkirin û şandina partiyên opozîsyonê yên Kurd li nav axa Îranê ne, bê bingehin û em bi tundî red dikin. Em dubare dikin ku ew bi zanebûn û ziyandayînê têne belavkirin.”
Herî dawî Pêşewa Hewramî banga aştî û aramiyê li herêmê kir û êrîşên tirsonek ên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got: “Em bang li hikûmeta federal û civaka navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina van êrîşan û parastina xak, gel û herêma me destwerdanê bikin.”