Hêzên rejîmê li Cizîrê dest datînin ser malan û zexta koçberiyê dikin
Li Cizîrê, hêzên dewleta Tirk ên diavêjin ser malan, zexta koçberiyê li gel dikin.
Li Cizîrê, hêzên dewleta Tirk ên diavêjin ser malan, zexta koçberiyê li gel dikin.
Li Cizîrê, hêzên dewleta Tirk ên diavêjin ser malan, zexta koçberiyê li gel dikin.
Di roja 5. a pêkanînên rewşa awarte yên li Cizîrê de, hêzên dewleta Tirk zexta koçberkirinê li gel dikin. Hêzên dewleta Tirk ên duh êvarê bi kepçe û maşînên zirxî li ser rêya nêzî Taxa Cûdî bi cih bûn, heta nîvê şevê hewl dan bikevin nava taxê. Hêzên rejîmê li vê derê avêtin ser gelek malan, deriyên xaniyan şikandin û gef li şêniyên taxê xwarin ku taxê biterikînin.
DEWLET DEST DATÎNE SER MAL Û EŞYAYAN
Tê gotin ku hêzên dewleta Tirk hin malan ji xwe re weke biryargehê bi kar tînin û ji bo gel taxê biterikîne, zexteke giran dikin. Hêzên dewleta Tirk ên li taxa Sûrê avêtin ser gelek malan, bi zorê hewl didin xwediyên malan ji xaniyên xwe derkevin.
Berxwedana gel a li hemberî êrîşên giran, dewam dike.