Hêzên dewletê deriyên malên li Yafesê diteqînin û malan talan dikin
Li Cizîrê ku êrîşên terora dewleta lê didome, leşker û polîs li Taxa Yafesê deriyên malan bi funyeyê diteqînin, malên dikevênê jî talan dikin.
Li Cizîrê ku êrîşên terora dewleta lê didome, leşker û polîs li Taxa Yafesê deriyên malan bi funyeyê diteqînin, malên dikevênê jî talan dikin.
Li Cizîrê ku terora dewletê li hember xwerêveberiyan di roja 31. de didome, hêzên dewletê li hember taxên berxwedanê bi tank û çekên giran êrîşên xwe didomînin. Li Taxa Yafesê berê bi sedan mal bi topbarana tankan hatin hilweşandin, vê carê jî polîs bi funyeyan deriyên malan diteqînin û dikevin malan. Ji ber topbaran zêde gel derdikeve, leşker û polîs jî malên deriyên wan bi funyeyan diteqînin dikevinê û malan talan dikin, alavên malan texrîp dikin.
Welatiyekî berê ji aliyê hêzên dewletê bi darê zorê ji mala wî ya li Taxa Yafesê hat derxistin û têkîldarî êrîşên leşker û polîsan ên li ser malan axivî, got ku dema ji bo kontrolkirina mala xwe çûn taxê dîtin ku tevahî deriyên wan hatine teqandin. Diyar kir ku polîsan li tevahî alavên elektronîk gule reşandine û bêkêr kirine, wiha domand: “Yên ji xwe re dibêje ez mirov im vê nake. Divê mirov li hember dijminê xwe jî bi pîvan tevbigere. Ewqas jî nabe. Me got xwişktî û biratî. Li tevahî malên li Yafesê heman tişt kirine.”