Hêzên dewleta Tirk li Sûrê 6 kes birîndar kirin
Hêzên dewleta Tirk li navçeya Sûrê ya Amedê 6 kes birîndar kirin.
Hêzên dewleta Tirk li navçeya Sûrê ya Amedê 6 kes birîndar kirin.
Hêzên dewleta Tirk li navçeya Sûrê ya Amedê 6 kes birîndar kirin. Ji birîndaran rewşa 3’yan giran e, di Mizgefta Haci Hamît û Hemama Paşa de texrîbatên mezin pêk hatine, dibistanek jî şewitî û êdî hat wê astê ku nema tê bikaranîn.
Di encama berxwedana gelê Sûrê, hêzên dewletê nikarin bikevin taxan. Di encama êrîşan de 3 jê giran 6 sivîl birîndar bûn.
Di êrîşên ji danê sibehê ve gelek mal şewitîn û bûn xwelî. Dibistana Suleyman Nazîf jî ji ber bombeavêjan bi temamî şewitî.
Di êrîşên hêzên dewletê de avahiyên dîrokî jî tên texrîpkirin. Di Mizgefta Haci Hamît û Hemama Paşa de texrîbatên mezin pêk hatine, ji taxan dengên dijwar ên teqîn û çekan tên.
Li dijî Hotela Clas a ku tîmên taybet wek biryargehê bikar tînin çalakiyek pêk hat, hate ragihandin ku tîmekî taybet hatiye birîndarkirin. Di encama çalakiya li dijî tîmên taybet ên li Bazara Mast li ser gel gule dibarandin de jî hate diyarkirin ku 3 tîmên taybet jiyana xwe ji dest dane.
Li gel vê jî di encama teqîna li navçeyê wesayîtek zirxî ya Kobra hat derbekirin, hate ragihandin ku 4 tîmên taybet ên di hundirê wesayîtê de jî birîndar bûne.