Heyeta KCD û HDP'ê li Licê ye

Heyeta KCD û HDP'ê xwe gihand Licê, ku bi rojan e çeteyên AKP/Qesrê êrîşan lê dikin.

Heyeta ji Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, parlamenterên HDP'ê û Hevşaredara Bajarê Mezin, xwe gihandin Licê ku bi rojan e êrîş û operasyon lê tên kirin.

Leşkerên Tirk di nava çend rojên operasyonê de herî kêm 4 kes qetil kirin, xanî û goristan xera kirin û daristan şewitandin. Heyeta ji Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven, Parlamenterên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp û Nûrsel Aydogan û Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak, ji bo lêkolînê xwe gihand Licê.

Heyet çû avahiya HDP'ê ya navçeyê û piştî nirxandina rewşê ya li vê derê wê dest bi lêkolînan bike.