Heyeta KCD’ê û HDP’ê li Licê bi gel re civiya
Operasyona artêşa Tirk ku li Licê kirî bi fiyaskoyê bi dawî bû. Leşkerên ku li hemberî gerîla nekarîn xwe tev bidin li dijî gundiyan kete nav liv û tevgerên terorîstî.
Operasyona artêşa Tirk ku li Licê kirî bi fiyaskoyê bi dawî bû. Leşkerên ku li hemberî gerîla nekarîn xwe tev bidin li dijî gundiyan kete nav liv û tevgerên terorîstî.
Li Licê ya ku hê jî ‘’qedexeya kolanan’’ berdewam dike, sibehê heyeteke ku di nav de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, wekîlên HDP’ê Sîbel Yîgitalp û Nûrsel Aydogan û Hevşaredara bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak jî di nêv de ber bi Licê ve çûn. Heyeta ku pêşî çûyî navenda navçeyê piştî ku rewş nirxandin çûn gundikê Mehlê ya gundê Kerwasê ku di 30’ê Hezîranê de beşek jê hatibû şewitandin û 4 kes hatibûn kuştin.
LI GEL ASTENGIYAN JÎ HEYETÊ XWE GIHANDE GUND
Li gel ku di rê de ji hêla tîmên taybet ve hate astengkirin jî şandeya ku xwe gihandî gundik, serdana malbata Mehmet Şîrîn Kocakaya ku bi êşkenceyê hatibû qetilkirin. Heyetê piştî ku serxweşî li malbatê kir der barê roja bûyerê de ji gundiyan agahî wergirt. Gundiyan gotin roja operasyon ê nêzî hezar leşkerî li gundik û li derdorê bi cih bûne û gotin, roja bûyerê leşker bi wesayitên sivîl hatine gund û her wiha 4 pêgerên doron e jî li esmanê gund firiyane.
‘ÊŞKENCE LI GEL HATE KIRIN’
Gundiyekî ku nexwes navê xwe diyar bike der barê bûyerê de wiha axivî: ‘’ Bi roj nêzîkî 30-40 saniyeyî dengê çekan hat. Ji bo vê jî ji bo ku em fêhm bikin bê ka çi bûye me xwe avête derve. Hin ji gundiyan çûne cihê bûyerê, cihê ku Mehmet Şîrîn Kocakaya lê êşkence dîtî. Piştî ku diçine wir tîmên taybet li wan dixin û wan bin çav dikin. Em jî piştî dengan tirsiyan û ketin malê û careke din derneketin.’’
Yek din ji gundiyan da zanîn ku roja bûyerê li bin darekê leşkeran digot, ‘’Ev çît te şewitandin’’ û bi awayekî hovane lê dixistin û piştre li wesayîta zirxî siwar kirine.’’
‘ÊRÎŞÎ XANIYAN KIRIN’
Gundiyan gotin leşkeran maleke ku nêzî cihê bûyerê bûye deriyên wê şikandine û xaniyek jê çend rojan weke baregeh bikaranîne. Gundiyan gotin, leşkeran ziyan gihandina motorên avê ku pêdiviyên malê, wesayîtan û yên gundiyan dabîn dikirin û bi berdewamî hate gotin ku leşkeran qîma xwe bi vê jî ne anîn û ketûpelên bi nirx ên gundiyan ên wekî televîzyon û kompîran jî birine.
Her wiha hate dîtin ji ber sedema bomberdûmana zêde li derdora gundik gelek dar şewitîne û gelek jê parçe bûne. Ji ber gule û bombardûmanê gelek ajal mirin û çend mekîneyên kar ku gundiyan karên xwe yên zeviyan pê dabîn kirine ziyan dîtine.
Heyet pişti ziyareta gundikê Mehlê yê gundê Kerwasê, ji bo ku lêkolînê wê biçe Sîsê, cihê ku goristana gerîla lê ye û ziyan dîtiye.