Heyeta HDP’ê û DBP’ê ber bi Nisêbînê ve ketin rê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek û heyeta li gel ji bo çûyîna Cizîrê di nava hevdîtinan de ne, ber bi Nisêbînê ve ketin rê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek û heyeta li gel ji bo çûyîna Cizîrê di nava hevdîtinan de ne, ber bi Nisêbînê ve ketin rê.
Heyeta ku ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, parlamenterên HDP’ê Bûrcû Ozkan û Alî Atalan, Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Akyol Akay û Hevşaredara Amedê Gulten Kişanak pêktên, ji bo şikandina êrîş û dorpêça li ser navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji Mêrdînê bi rê ket in.
Heyet wê destpêkê biçe gel meşvanên Botanê yên li Nisêbîn a Mêrdînê, plan dikin ku ji wir derbasî Cizîrê bibin.
Li aliyê din li pêşiya avahiya Navenda Çandê ya Mîtanî ya Nisêbînê bi hezaran kes kom bûne.
Bi dirûşmeyan kombûyîn dewam dike û her ku diçe jimar zêdetir dibe.